Nuçe

NY: Divê hemû komên etnîkî û olî yên Sûriyeyê…

New York (Rûdaw) – Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser beşdarnebûna Kurdan a di komîteya destûrê ya Sûriyeyê de got, “Divê hemû komên etnîkî û olî yên Sûriyeyê tevlî pêvajoyê bibin”

Her wiha Stephane Dujarric teqez kir ku Neteweyên Yekbûyîdi avakirina komîteya destûrê ya Sûriyeyê de cih negirtiye, lê wan xwestiye ku hemû komên etnîkî û olî yên Sûriyeyê beşdarî pêvajoyê bibin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li New Yorkê di konferanseke rojnamegeriyê de li ser Komîteya Destûrê û Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê pirsên nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr bersivandin.

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ji bo destûra bingehîn komîteyek avakiribû lê di komîteyê de Kurd cîh negirtibûn.

Stephane Dujarric, di bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê de ya li ser komîteya destûrê û beşdarbûna Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen a di komîteyê de  da zanîn ku Nûnerê Pedersen li gorî prensîbên biryara 2254an pabendî piştgirîkirina pêvajoya Sûriyeyê ye.

Dujarric got: “Me di avakirina komîteyê de cih negirt. Ez dizanim ku Birêz Pederson, careke din pabend bû û amadebûna xwe diyar dike ji bo piştgirîkirina pêvajoyê li gorî prensîbên sereke yên bîryara 2254an.

Bi eşkere ew rewşa li ser erdê ji nêz ve dişopîne. Wekî ku hûn jî dizanin ew him çavdêrî û him jî hez dike piştrast bike ku birêveberiya veguhêz ango desthilatdarên demkî yên li Sûriyeyê li gorî sozên ku wan dabûn civakê li ser erdê gavên berbiçaw û zelal biavêjin.”

Rewşa Kurdan di pêvajoyê de

Li pirsa derbarê rewşa Kurdan a di pêvajoyê de ku partiyên Kurdan ji komîteya destûrê hatine dûrxistin û hefteya borî jî ew ji bo konferansa niştimanî nehatibûn vexwandin Dujarric wiha got:

“Tiştê ku ez dikarim ji we re bibêjim ev e ku bi eşkere teqez dikim ku me di avakirina komîteyê de cih negirt.

Lê di heman demê de teqez dûbare dikim ku peyama me, bi eşkere û taybet, ji rayedarên demkî re ew e ku divê hemû komên etnîkî û olî yên Sûriyeyê bi tevayî divê tevbigerin, da ku hemû Sûriyeyî hîs bikin ku ew nûnertiya xwe dikin û di yekbûna welatê xwe de xwe hîs dikin.”



Source link