Rêketina HSD û Şamê li Tirkîyê Çawa Tê Xwendin?
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û karbidestên din yên Tirkîyê bi hişyarî pesna rêketina navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûrîyê didin, lê şîrovekar dibêjin ku cîhanîna xalên vê rêketinê dê bandorê li siyaseta hindur û derve ya Enqerê bike.
Îmzekirina rêketinê di navbera fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî û serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed el Şera de dora du hefteyan piştî banga rêberê zindankirî yê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan ya çekdanîna PKK’ê hat.
Dr. Cebar Qadir, pisporê karûbarên siyasî yên Tirkîyê, dibêje karîgerî û bandora banga Ocalan li ser rêketinê heye.
“Di destpêkê de Muzlûm Ebdî got ku ew peyam jibo PKK’ê ye, lê piştre xuya bû ku ew şandê ku çûbû Îmralîyê dixwest biçin Rojava û li wir bêguman peyamek wan hebû. Em jibîr nekin ku daxwazên Erdogan û (rêberê MHP’ê Devlet) Bahçelî jî ew in ku YPG jî di nav prosesê de be,” Qadir ji Dengê Amerîka re got.
Dr. Qadir ku banga Ocalan jibo “HSD’ê jî derçeyek bû jibo ku neçar nebe ku bê tiştek çekên xwe deyîne.”
Nivîskar û şîrovekarê siyasî Hoşeng Osê dibêje lu rola Tirkîyê di rêketina navbera HSD’ê û Şamê de zelal e.
“Bi rastî mirov pencemorên dewleta Tirk li ser vê rêketinê dibîne, jiber ku ev rêketin ne li gor maf û daxwazên gelê Kurd li Sûrîyê ye. Ew gelê Kurd wekî civak dibîne, ne wekî gel yan netewe.”
Osê herwiha dîyar kir ku daxwaza Tirkîyê ew bû ku kêmtirîn mafên Kurdan di vê rêketinê de werin nasîn.
“Lê, dewleta Tirk hîn ne razî ye, tevî ku ew yek ji çêkerên vê peymanê bû, jiber ku dewleta Tirk dixwest rêketin sedî sed li gor wê be û nedixwest rola Amerîka di vê rêketinê de hebe. Ji niha û pêve eger ev peyman neçe serî, dîsa mirov li rola dewleta Tirk di wê yekê de stratejîk be, jiber ku ew kesekî wekî şirîk jibo berjewendîyên xwe di Sûrîyê de nabîne. Dixwaze ew sedî sed Sûrîye li gor daxwaza wê were avakirin ku Kurd û Suryanî û Durzî û Elewî tê de nebin.”
Osê got ku ger Kurd li Sûrîyê wekî gel were nasîn, wê çaxê Tirkîyê neçar dimîne ku 20 milyon Kurd di nav sînorê xwe de wekî gel di destûra bingehên de bide nasîn.
Rojnamevan Îrfan Aktan her du mijar li Sûrîyê û Tirkîyê girêdayî hev in.
“Niha Tirkîye di medyaya xwe dibêje ku wê ev peyman (el Şera anku Ebû Muhemed) Colanî û Mazlum Ebdî amade kiriye. Propagandayek bi vî rengî tê kirin.”
“Tirkîyê dixwest operasyoneke leşkerî ya nû li Rojava pêk bîne. Lê leşkerên Amerîka li wir in û Îsraîlê jî vê dawîyê peyam dida jibo alîkarîya Rojava, Ebdî jî gotibû ew jibo vê alîkarîyê vekirî ne. Lewra, Tirkîyê li formulekê digerîya û xwesteka xwe di peyama Ocalan de dît. Ocalan êdî ne dewletekê dixwaze, ne jî xweserîyekê. Ew tenê mafên demokratîk dixwaze.”
Aktan herwiha da zanîn ku ewşa Tirkîyê ya niha êdî rê nade wê ku operasyonan li dijî Kurdên li Tirkîyê pêk bînin.
“Ne aborîya Tirkîyê baş e û ne jî Kurd yên berê ne. Tirkîyê bi rastî di wê tirsê de bû ku Kurd îtîfaqan ligel Îsraîl yan jî Îranê bikin. Lewra, banga Ocalan ya çekdanîna di vê demekê wekî xelatekê ji Tirkîyê re hat.”
Tevî îmzakirina lihevkirin navbera HSD’ê û Şamê, artêşa Tirkîyê êrîşên xwe li bendava Tişrînê dijî şervanên HSD’ê didomîne. Li gor rêketinê, heta dawîya bi her du alîyan re heye ku xalên wê bi cîh bînin. Şîrovekar pêşbînî dikin ku wê Tirkîyê helwest û êrîşên xwe bi heman awayî bidomîne, heta bibîne ka di dawîya salê de bicîhanîna rêketinê bi dilê wê ye yan na.