Ehmed Hesen: Piştî peymana Şamê vegera Kurdan û…
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî peymana di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer, vegera Kurdan a herêmên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî zêdetir bûye.
Berpirsekî ENKSyê yê Efrînê got, “Erebên hawirde jî gelekî vedigerin û gund hene ku êdî Ereb tê de nemane.”
10ê Adara 2025an peymaneke heşt xalî di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer de hat îmzekirin.
Di xala pêncemîn a peymanê de dibêje “Garantîkirina vegera hemû penaberên Sûriyeyî li bajarok û gundên wan û dabînkirina parastina wan ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve.”
“Xulek bi xulek xelk vedigere herêmên xwe”
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen li ser vegera koçberan Rûdawê re got:
“Amarên rast ne li ber dest in lê piştî lihevhatina 10ê Adarê vegera Kurdan gelekî zêde bûye, bi awayekî ku xulek bi xulek xelk vedigere herêmên xwe.”
Ew herêmên ku xelk lê vedigerin, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ne ku nêzîkî heft salan in ji aliyê komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê ve tên birêvebirin.
“Li hinek gundan Erebek jî nemaye”
Ehmed Hesen ku bi xwe li Efrînê ye got: “Piştî lihevhatinê vegera Erebên hawirde jî gelekî zêde bûye, bi awayekî ku hin gund hene êdî yek Ereb jî tê de nemaye û Kurd vedigerin malên xwe.”
Berpirsê ENKSyê yê Efrînê got ku komên çekdar wekî berê astengiyê ji bo vegera Kurdan çênakin lê “astengî jî bi temamî dawî nehatine.”
Di xala çaremîn a peymana Ebdî û Şer de tê gotin: “Têkilkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya îdareya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî û balafirgeh û kêlgehên petrol û gazê.”
Ehmed Hesen amaje bi wan hêzên ku niha li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê ne kir û got:
“Komên Emşat, Hemzat, Ehrar Şerqiye û çend komên din hene lê Şer biryar daye ku asayîşa giştî ya dewletê li herêman bi cih bike.”
Di xala duyemîn a peymanê de ku taybet e bi Kurdan, amaje bi vê yekê hatiye kirin, “Civaka Kurdî civakeke resen e li dewleta Sûriyeyê û dewlet jî garantiya mafê hevwelatîbûnê dike û hemû mafên destûrî ji bo wan dabîn dike.”