Nuçe

DEM Partî sibe diçe serdana MHP û AK Partiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari sibe li Parlamentoya Tirkiyeyê biçin serdana AK Partî û MHPyê.

Hevserokên DEM Partiyê piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan gereke din a serdanan ji bo aliyên siyasî daye destpêkirin û ew serdan berdewam in.

Di çarçoveya wan serdanan de sibe Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari li Parlamentoyê AK Partî û MHPyê jî ziyaret bikin û bi şandeyên her du partiyan re bicivin.

Civîna li gel MHPyê demjimêr 11:00an û civîna li gel AK Partiyê jî demjimêr 14:00an dest pê dike.

Di civîna li gel AK Partiyê de Serokwekîlê Grûpa AK Partiyê Abdullah Guler, Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk pêşwaziyê li şandeya DEM Partiyê dikin.

Hevserokên DEM Partiyê rojên borî di çarçoveya serdanên xwe de çûbûn serdana CHP, Partiya Paşeroj, Partiya Seadetê, Partiya DEVA û Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) jî û li gel serok û berpirsên wan partiyan derbarê banga Ocalan de civiya bûn.



Source link