Çand û Huner

Pirtûka ‘Li Keviya Rê’ ya Bertolt Brecht bi…

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka Bertolt Brecht a bi navê “Li Keviya Rê” ji Weşanên Avestayê derket.

Pirtûka “Li Keviya Rê” ya Bertolt Brecht pirtûkeke helbestan e û Serhat Aydin ew ji Almanî wergerandiye Kurdiya Kurmancî.

“Li Keviya Rê” ku ji 88 rûpelan pêk tê helbestên bijarde yên Bertolt Brecht li xwe digire.

Ev jî beşek e ji helbesta “Li keviya Rê”:

Li keviya rê rûniştî me.
Ajovan tekerê diguhere
Ji cihê ku têm, ne qayîl im.
Cihê ku herimê, pê ne qayîl im.
Çima li guhertina tekerê temașe dikim?
Wisa bêsebr!



Source link