Nuçe

Li Şirnexê xweza bi guldexwînan xemilî

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qilebanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bi hatina biharê re guldexwîn vebûn û bir rengê xwe yê kesk, sor û zer xweza xemiland.

Guldexwînên ku ji kulîlkên endemîk in bi taybetî li herêma Helal û Sêgirgê digihên, li herêmê bi hatina biharê re vebûn û xweza xemilandin.

Niştecihê Qilabanê Hasan Kara diyar kir ku guldexwîn li her herêmî nagihên û wiha dewam kir:

“Em pir qîmetê didin van kulîlkan, jixwe jêkirina wan qedexe ye.

Ji dervayî bajêr jî gelek kes ji bo dîtina wan tên.

Emrê wan 20 roj e. Ez ji bo hemî kesan pêşniyaz dikim bila werin zozanên Şirnexê û kulîlkan bibînin.”

Guldexwîn an jî şilêr li deverên bilind û asê yên çiyayên Kurdistanê şîn dibin.

Ev gula kesk û sor û zer ya taybet bi çiyayên Kurdistanê, eger ne li ser axa xwe be şîn nabe.

Tenê demsalekê çêdibin û emrê wan 20 roj in.

Di nav xelkê de wekî “bûka digirî” an jî “kûlîlka xemgîniyê” jî tê naskirin ku dema tê jêkirin du rondik ji nav wê dikevin.



Source link