Li Mêrdînî agir bi malekê ket û kesekî canê xwe…
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê agir bi malekê ket û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û jinek jî birîndar bû.
Li navçeya Nisêbînê ji ber sedemeke nehatiye zanîn agir bi xaniyekî ket ku tê de du hevjîn hebûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Di encama agir de Ahmet Kartalê 80 salî canê xwe ji dest da.
Li gel vê yekê hevjîna wî ya 75 salî jî birîndar bûye.
Tîmên tenduristiyê jina 75 salî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.