Çand û Huner

Jiyaneke terxankirî ji bo nivîsê: Îbrahîm Mehmûd…

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar Îbrahîm Mehmûd hemû jiyana xwe ji bo xwendin û nivîsandinê terxan kiriye wî heta niha 300 pirtûk nivîsandine û 75 pirtûk jî wergerandine. 

Li mala Îbrahîm Mehmûd 2 refên tije pirtûk hene hemû yên wî ne û bi dehan pirtûkên wî jî di destên wî de nemane.

Ew rojane nêzîkî 15 saetan dixwîne û dinivîse. Di maweyê 34 salan de 300 pirtûk nivîsandine.

Hevkarê me Huner Reşîd çîroka Îbrahîm Mehmûd a nivîskariyê wekî fîçer amade kiriye.

150 pirtûkên Îbrahîm Mehmûd yên amade hene ku 130 ji wan li weşanxaneyên Washington, London, Misir, Libnan, Îmarat û li gelek deverên din hatine çapkirin.

Bi dehan pirtûkên wî di nav lîsteyên malperên pirtûkfiroşan de cih digirin.

Îbrahîm Mehmûd xelkê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye. Ew sala 1956an ji dayik bûye û beşa Felsefeyê xwendiye. 12 sal in hatiye Herêma Kurdistanê û li Dihokê dijî.

“Dora 75 pirtûkan wergerandine”

Îbrahîm li Navenda Îsmaîl Beşîkçî ya Zanîngeha Dihokê kar dike, di nava hewayeke rewşenbîrî û pirtûkan de ye.

Ev yek jî bûye derfetek ji bo destxistina jêderên pirtûk û hizr û lêkolînên wî.

Îbrahîm Mehmûd dibêje: “Min di warê felsefeyê de nêzîkî 75 pirtûk ji Fransî û Erebî û wergeranidne Kurdî û di cîhana Erebî de navdar bûme.”

“Bi Erebî dinivîse da ku bigihîje cîhana Erebî”

Lêkolîner Welat Tewfîq û Dr. Salim Casim hevalê Îbrahîm Mehmûd in. dibêjin ku ew bi rêjeya ji sedî 95 bi Erebî dinivîse ji ber rewşenbîrî û jîngeha wî bandor li nivîsîna wî heye.

Lê wî derfet dîtiye ku zimanê Erebî bi kar bîne wekî rêyek ji bo gihandina çîrok, mêjû û sîmayê civaka Kurdî bo cîhana Erebî.

Îbrahîm Mehmûd sala 1991ê yekem pirtûka xwe nivîsandiye.

Mijaren felsefî, mêjûyî, civaknasî, civakî, sofîgerî û romanên geştyariyên wî li welatên cîhanê, rêhendên wî yên hizrî ji bo nivîsînê zêdetir lê dikin û heta niha berdewam dike.

Nivîskarê Kurd dibêje, wî bi awayekî zelal û gelekî eşkere çîrok, dîrok û derûniya neteweya Kurd gihandiye nav cîhana Erebî.



Source link