PSK: Desthilat tinazê xwe bi Kurdan dike
Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li ser tayînkirin 6 mamosteyên Kurdî got, “Desthilat tinazê xwe bi Kurdan dike.”
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê li ser malpera xwe ya fermî kontejanên 15 hezar mamosteyên ku dê li dibistanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê werin tayînkirin belav kirin.
Wezaretê 5 kontenjan ji zaravayê Kurmancî re û 1 jî ji zaravayê Kirmanckî (Zazakî) re veqetandiye.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê sernava “Desthilat tinazê xwe bi Kurdan dike” nerazîbûna xwe ya li dijî vê biryarê nîşan da.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Di demekê de ku bi sedan hezar mamoste li benda tayînkirinê bûn, Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan wekî mizginî ragihand ku 15 hezar mamoste dê werin tayînkirin.
Wezereta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê jî ragihand ku ji wan 15 hezaran tenê 6 mamoste ji bo dersa Kurdî hatine terxankirin.
Di demekê de ku ev qas mamoste li benda tayînkirinê bûne, Erdogan bi vê mizginiya xwe tinazê xwe bi mamosteyan û gel dike.
Di dema dawiyê de, gelekî behsa “Tirkiyeyê bêteror”, “ji nû ve damezirandina yekîtiya Tirk-Kurdan a dirokî” tê kirin û ji bo vê armancê gelek hevditin çêdibin.
Di vê hel û mercê de terxankirina 6 mamosteyan ne tenê tinazkirina bi gelê Kurd e, her wiha nîşan dide ku siyaseta asîmîlekirina Kurdan ku ji damezirandina dewleta Tirk ve dest pê kiriye dê bê navber berdewam be.
Divê hemû mamoste werine tayînkirin.
Dive hêjmara mamosteyên zimanê Kurdî bi qasî pêwîst were zêdekirin.
Divê em milê xwe bidin hev, xebata nasandina zimanê Kurdî bi resmî û perwerdeyî, kar û xebata xwe bihêztir bikin.
Em amade ne di vî warî de çi erk bikeve ser milê me bi cih bînin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan 15ê Nîsanê ragihandibû ku dê 10 hezar ji wan li Akademiya Perwerdeya Milî û 15 hezar jî li dibistanan bi giştî 25 hezar mamosteyên nû li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê werin tayînkirin.
Di demekê de ku li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan “pêvajoyekê nû” dest pê kiriye, çavê Kurdan û mamosteyên Kurdî li wê yekê bû ku hikûmet vê carê girîngiyê bide Kurdî û kontenjaneke zêde bide mamosteyên Kurdî.