Rûken Yilmazê ‘Serxwebûna Mirîşkan’ wekî klîp…
Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda şox û şeng Rûken Yilmazê helbesta Seydayê Cegerxwîn a bi navê “Serxwebûna Mirîşkan” wekî stran got û klîpeke taybet jî jê re amade kir.
Rûken Yilmazê bi deng û şêwaza xwe ya taybet bi kostum û ekîbeke baş heqê wê helbestê daye.
Awaza helbesta Cegerxwîn ji aliyê Nurhak Kilagoz ve hatiye danîn û bûye wekî muzîkalekê.
Berk Kuruçay jî derhêneriya stran û klîpê kiriye.
Stran behsa azadî, berxwedan û xwezayê dike û bi melodiya xwe ya bihêz û gotinên tije peyam, guhdaran derdixe rêwîtiyeke hestyar.
Di vê strana Rûkenê de mirov reng û ahengên kevin û modern bi hev re dibîne û dengê wê, tameke cuda dide guhdaran.
🎼 Hunermenda Kurd Rûken Yilmazê helbesta Cegerxwîn a bi navê “Serxwebûna Mirîşkan” wekî stran got û klîpeke taybet jî jê re amade kir
🎼 Stran behsa azadî, berxwedan û xwezayê dike pic.twitter.com/u73wrL7u9b
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 12, 2025