
Amedspor sibe mazûvan e, maçeke krîtîk e
Hewlêr (Rûdaw) – Amedspor dê sibe mêvandariya Çorumê bike û puanên her du tîman wekî hev in.
Amedspor dê di hefteya 35an a Lîga Yekemîn a Trendyolê de sibe li Ameda Bakurê Kurdistanê bi Ahlatci Çorum FKyê re bilîze.
Maç dê saet 19:00an dest pê bike û hakemê maçê Mehmet Alî Metoglu ye.
Her du tîm di lîgê de xwedî 51 puan in û di averaja dualî, hejmara golên li beramberî hev û averaja giştî de jî wekhev in.
Çorum FK bi 47 golên ku kirine di rêza 8an de û Amedspor jî bi 38 golan di rêza 9an de ye.
Divê were gotin ku Keçîorengucu jî bi 51 puanan di rêza 7an de ye.
Istanbulspor jî xwediyê 52 puanan e û di rêza 6an de ye.
Heke Amedspor sibe bi ser bike dê ew îhtimal hebe ku heta rêza 6an bi hewa bikeve.