Nuçe

Konsulê Tirkiyeyê yê Hewlêrê: Zaxo ji bo me…

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu çû navçeya Zaxoyê ya Dihokê û Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê û bipêşxistina têkiliyên bazirganiyê, pêwendiyên dualî, çandî û siyasî gotûbêj kirin.

Konsulê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu, li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê lêkolîn kir û bi berpirsên wan re civiya.

“Deriyê Sînorî yê Xabûr-Îbrahîm Xelîl xaleke gelekî girîng e”

Topçu, li aliyê Bakurê Kurdistanê bi Parêzgarê Şirnexê Bîrol Ekîcî û li aliyê Îbrahîm Xelîl jî bi Birêvebirê Gumrikê Hamid Elî re hevdîtinek kir û di daxuyaniyê de got:

“Deriyê Sînorî yê Xabûr-Îbrahîm Xelîl ji bo tevahiya cîhanê xaleke gelekî girîng e.

Wek Konsulê Hewlêrê, bi rastî jî divê destekî me tim li Xabûrê be. Em jî wê nêzîkatiyê nîşan didin.”

Topçu tekezî li ser girîngiya çareserkirina pêvajoyên di navbera Bexda û Hewlêrê de yên derbarê kar û barên gumrikê kir û anî ziman:

“Niha mijara herî girîng a di rojevê de pêvajoya di navbera Bexda û Hewlêrê de ya li ser kar û barên gumrikê ye.

Divê ev bê çareserkirin ji ber ku dibe ku bandorên wê yên neyînî li ser bazirganiyê hebin.”

Her wiha Topçu diyar kir ku ew wekî Tirkiyeyê bi her du aliyan re diaxivin û di vê pêvajoyê de hewl didin ku alîkariyê bikin.

Topçu anî zimên ku di vê serdemê de dema ku korîdorên nû yên veguhastinê di rojevê de ne, berdewamkirina bazirganiyê bêyî tu astengiyan dê di berjewendiya her kesî de be.

Bi Berpirsê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şexo re civiya

Konsulê Hewlêrê Topçu, çû serdana navçeya Zaxoyê jî û li wir bi Berpirsê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şexo re civiya.

Topçu diyar kir ku Zaxo ji bo Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke mezin e û got:

“Zaxo ji bo me bajarekî gelekî girîng e ji ber ku li ser sînorê me ye.

Ji aliyê erdnîgarî û çandî ve gelek wekheviyên wê bi Tirkiyeyê re hene, mîna Dihokê.”

Di hevdîtinên li Zaxoyê de, mijarên dualî, çandî, aborî û siyasî hatin gotûbêjkirin.

Topçu diyar kir ku wî li Zaxoyê bi Guhdar Şexo re sohbeteke berhemdar pêk aniye.



Source link