
PSG û Barcelona derbasî nîv-fînalê bûn
Hewlêr (Rûdaw) – Di maçên rovanşê yên çaryeka fînalê yên Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Paris Saint-Germain (PSG) û Barcelona derbasî nîv-fînalê bûn.
Di pêşbirka herî bipirestîj a futbola Ewropayê de du maçên din ên rovanşê yên yên çaryeka fînalê hatin lîstin.
Barcelonaya tîma Spanyayê ya ku maça yekem 4-0 bi ser ketibû, di maça rovanşê de li Stadyuma Westfalenê bû mêhvanê Borussia Dortmunda Almanyayê.
Di vê maçê de Borussia Dortmund bi penaltiya “Panenka” ya Serhou Guirassy di xuleka 11an de ket pêş û heman lîstikvanî xuleka 49an goleke din kir û encam bû 2-0.
Barcelonayê xuleka 54an bi gola ku Ramy Bensebaini şand torên tîma xwe ferq daxist 1ê.
Guirassy di xuleka 76an de tor hejandin û hat-trick kir û encam bû 3-1.
Di beşên mayî yên maçê de jî ti golên din nehatin kirin û Barcelona bi avantaja maça yekem derbasî nava 4 tîmên dawî bû.
Barcelona dê di nîv-fînalê de bi serkeftiyê maça Bayern Munich û Interê re bilîze.
PSG li Îngilistanê têk çû lê derbasî nîv-fînalê bû
Di maça rovanşê ya din a şevê de PSGya Fransayê ku maça yekem 3-1 bi ser ketibû, bû mêhvanê Aston Villaya tîma Îngilistanê.
Di maça ku li Villa Parkê hat lîstin de tîma Fransayê bi gola Achraf Hakimî di xuleka 11an de 1-0 da pêş û bi gola Nuno Mendes a di xuleka 28an de ferq derxist 2yan.
Aston Villayê di xuleka 34an de bi gola Youri Tielemans ferq daxist 1ê.
Tîma Îngilistanê bi lez dest bi nîvê duyem kir û xuleka 55an John McGinn gola wekheviyê kir û bi gola Ezri Konsa ya di xuleka 58an de 3-2 pêş ket.
PSGya ku di dema mayî de skor parast bilêta nîv-fînalê berda binê berîkê.
PSG dê di nîv-fînalê de li hemberî serkeftîyê maça Arsenal û Real Madridê bilîze.
Maçên yekem ên nîv-fînalê dê 29/30ê Nîsanê û maçên duyem jî dê 6/7ê Gulanê werin lîstin.
Maça fînalê jî dê di 31ê Gulanê de li Allianz Arenayê bê lîstin.