Qaçaxçiyekî koçber xistin telîsên kartolan
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê qaçaxçiyekî ku bi kamyonetekê di nav telîsên kartolan de koçber vediguhastin, tevî 4 koçberan hat desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, şeva borî di çarçoveya operasyoneke têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya koçberan de li navçeya Qulpê ya parêzgeha Îdirê li ser gumanê kamyonetek rawestand.
Di encama lêgerînên di nava kamyonetê de li beşeke dizî ya li pişt kamyonetê, di nav telîsên kartolan de 4 koçber hatin dîtin.
Hêzên ewlehiyê koçber ku desteser kirin û piştî kar û barên îfadeyê ew birin Navenda Vegerandina Koçberan.
Şofêrê kamyonetê jî bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hat desteserkirin.
Li gorî zanyariyan dema ku şofêr hatiye girtin, ji polîsan re gotiye, ew tenê kartolan difiroşe û haya wî ji tiştekî wiha nîne.