
QAMIŞLO – Ezmûn nêz dibin: Xwendekar çareseriyê…
Hewlêr (Rûdaw) – Ev sê roj in li pey hev, xwendekarên polên 9 û 12an, malbatên xwendekaran û karmendên perwerdeyê li Qamişloyê li ber navenda UNICEFê xwenîşandaneke aştiyane li dar dixin.
Ew daxwaz dikin ku Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê rewşa xwendekaran li ber çavan bigire û ezmûnan li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê jî li dar bixe.
Malbatên xwendekaran metirsiyên mezin hene ku ev rewş bandorê li jiyan û pêşeroja zarokên wan bike.
Metirsiyên ewlehiyê jî li gel malbatan derketin piştî bûyerên ku li Hims û Şamê qewimîn.
Her wiha ji ber rêwîtiya dûr û dirêj, metirsiyên tenduristiyê jî li ser jiyana zarokên wan çêbûne.
Li aliyekî din, mercên jiyanê yên ku xwendekar û malbat tê re derbas dibin, zehmet in.
Jiyana li Şamê jî hawirdorek tendurist û ewle, hem ji hêla derûnî ve û hem jî ji hêla fîzîkî ve, ji xwendekaran re pêwîst e, ji ber ku xwendekar divê herî kêm mehekê li Şamê bimînin da ku karibin ezmûnan pêşkêş bikin.
Malbatan bi riya dirûşmeyan, xwest ku zanist û perwerdehî ji danûstandinên siyasî dûr bên xistin.
Her wiha beşdaran pankartên derbarê mafê xwendekaran ê perwerdeyê wekî mafekî bingehîn, bilind kirin.
Di dawiyê de xwenîşanderan belgeya daxwazên xwe bi awayekî fermî radestî UNICEFê kir û UNICEFê soz da ku daxwazên wan bigihîne Şamê.
Pirsgirêka ezmûnên xwendekarên polên 9 û 12an li bakur û rojhilatê Sûriyê piştî ketina rêjîma Esed derket holê.
Heya niha hikûmeta nû ya Şamê û Rêveberiya Xweser derbarê xwendekaran negihaştine ti encamê.
Ji ber vê yekê, xwendekar neçar dibin berê xwe bidin parêzgehên din yên mîna Şam û Dêrezorê da ku karibin navê xwe tomar bikin û tevlî ezmûnan bibin.
Tevî dan û standinên şandeya Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, hêj pirsgirêka xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên her du polên 9 û 12an çareser nebûye.
Li gorî zanyariyên ku gihiştine Tora Medyayî ya Rûdawê, tenê li parêzgeha Hesekê, 28 hezar xwendekarên her du polan li di bin metirsiyê de ne ku ji pêşkêşkirina ezmûnên dawiya sala xwendinê ya 2024-2025an, bêpar bimînin, yan jî neçar bibin ku biçin parêzgehên din ên Sûriyeyê, di demekê de ku ev yek ji bo wan gelekî zehmet e.
Kesûkarên wan xwendekaran, bi rêya Rûdawê dixwazin dengê xwe bigihînîn Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê û hêvî dikin ku di demeke herî ku de ev pirsgirêk çareser bibe.