Çand û Huner

Xelatên Festîvala 8emîn a Şanoyê ya Hewlêrê hatin…

Hewlêr (Rûdaw) – Festîvala 8emîn a Şanoyê ya Hewlêrê bi dawî hat û şeş xelat hatin belavkirin.

Narîn Celîliya ji Seqiza Rojhilatê Kurdistanê xelata “Lîstikvana Herî Baş” stand.

Şanoger Narîn Celîlî ji Rûdawê re axivî û got:

“Berê jî bi heman berhema şanoyê xelata Lîstikvana Herî Baş di Festîvala Şanoyê ya Seqizê de standibû.

Li Festîvala Hewlêrê pêşbazî dijwar bû, ji ber ku lîstikvanên jêhatî beşdar bûn.”

Xelata “Lîstikvana Ciwan” a Festîvalê bi şanoya “Germawî Afretan” ji Hewlêrê pêşkêşî Zeyneb Kawayê hat kirin.

Xelata “Lîstikvanê Herî Baş” bi şanoya “Di bin zextê de” ji welatê Tûnisê ji Munîr Xezerî wergirt.

Recep Îçenê ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê bi şanoya “Keleha Dimdimê” xelata “Derhênerê Herî Baş” stand.

Xelata “Sînografiya Herî Baş” (dekor û ronahî) karmendên şanoya “Ebwab” a ji Besraya Îraqê wergirt.

Xelata Mezin a Festîvalê ya “Nîşandana Herî Baş” şanoya “Pirdêk le şûşe” ya ji bajarê Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê stand.

Komîteya Juriyê ya Festîvalê ji 5 şanogerên bi tecrube yên Îraq, Îran, Misir, Almanya û Başûrê Kurdistanê pêk dihat.

Lîstikvanê navdar ê Misirî û endamê Komîteya Juriyê ya Festîvalê Ehmed Bedîr ji Rûdawê re da zanîn:

“Xwedê bike ku Festîvala 8emîn a Şanoyê ya Hewlêrê bigihêje 88 û 90 û 100î.

Di dawiyê de şano bi ser ket, tîmên şanoyê bi ser ketin, Hewlêr bi ser ket, ez jî ku hatim ez jî bi ser ketim.”

Festîvala 8emîn a Şanoyê ya Hewlêrê di navbera 20-26ê Nîsanê de hat lidarxistin û şanoger ji Îraq, Îran, Misir, Tûnis, Lîbya, Bakur û Başûrê Kurdistanê beşdar bûn.



Source link