
Hejmara 9an a Kovara LEWergerê derket
Hewlêr (Rûdaw) – Hejmara 9an a kovara taybet bi wergera helbestan “LEWerger” derket pêşber xwîneran.
LEWerger kovareke taybet e û barê wergerandina helbestên ji zimanên cuda yên cîhanê ji bo zimanê Kurdî girtiye ser milê xwe.
LEWerger her ji çar mehan carekê derdikeve.
Hejmara 9an a mehên Gulan, Pûşper Tîrmeh û Tebaxa sala 2025an e.
Hejmara 9an a kovara LEWergerê ji 64 rûpelan pêk tê û wergerên ji gelek zimanên cîhanê li xwe digire.
Di nav zimanên ku werger ji wan hatine kirin de Îngilîzî, Ermenî, Swêdî, Fransî, Erebî, Bulgarî, Rûsî, Almanî û hin zimanên din hene.
Kovar bi Kurmanciya jor û jêr û Kirmanckî (Zazakî) wergeran diweşîne.
Di vê hejmarê de, helbestên gelek helbestkarên naskirî yên cîhanê hatine wergerandin û di kovarê de cih girtine.
Hejmara 9an a Kovara LEWergerê ji LEWeşanê derket.
Lijneya weşana kovarê ji van kesan pêk tê: Yeqîn h., Miradê Miradan, Berfîn Huseynî.
Edîtorên hejmara 9an jî ev in: Yeqîn h., Samî Hêzil, Seyîdxan Kurij, Besam Mistefa, Aydin Ekîn Ciwan Qado, Alan Hemo, Mizgîn Savci, Azad Rêbiwar.
1ê gulanê pîroz be.☀️
1ê rêbendanê (ango destpêka salê), 1ê gulanê
û 1ê rezberê salane rojên derçûna LEWê ne. 😊îro 1ê gulanê ye û hem roja derçûna hejmara 9em e.
Kerem kin, nav û naveroka hejmara 9em👇 pic.twitter.com/l5hejNd4zV
— LEWerger (@lewerger_) May 1, 2025
Editorya kovarê li ser hejmara 9an wiha got:
Silav li demsala şênkahiyê, li bihara ku gul û giya, ruh û giyan, av û xweza geşbûnê bi xwe ra tîne, ji nû va şîn tê û reng vedide.
Yek ji van geşbûnan jî ew e ku bihar ruhê berxwedana jinê di xwe da dihewîne. Rengê jinê ruhê vejînê ye ku li çarmedorê dinyayê belav dibe.
Me jî loma xwest ku di vê hejmarê da wekî tema, em bi tenê cî bidin helbestên jinan, ango helbestên ku ji aliyê jinan va hatine nivîsandin.
Bi vê hejmarê em dibin şahidê rengvedana ruhê jinê di helbestê da. Her çend ev helbest ji zimanên cuda hatibin wergerandin jî hest û ramanên jinê, ked û hez, evîn û têkoşîn, serkeftin û têkçûnên jinê, êş û kêfxweşiya jinê wekî xaleke hevpar a ku xwe bi helbestê rapêçaye li ber çavên me radixe.
Ji hêla din va, her wekî hûn jî dizanin, me di hejmarên berê da qal kiribû û me gotibû dê LEWerger êdî tematîk bixebite û dê di her hejmarekê da temayeke cihêreng bide ber xwe.
Bi vê boneyê, me wekî temaya hejmara ewil “Helbesta JINê” hilbijart û vê yekê jî lihevhatineke xweş pêk anî: Bihar, jin û vejîn.
Xala girîng a din jî ev e ku LEWergerê bi navê LEWeşan weşanxaneyek ava kir û dê êdî tim li vê hêlîna xwe be! Yanî dê êdî LEWerger ji LEWeşanê derkeve û berhema ewil a LEWeşanê dê LEWerger 9 be. 🙂
Hêvî ew e ku LEWerger bi hejmara xwe ya 9an bibe rengvedana berxwedana xwezayê, jinê û jînê.
Kerem bikin, bixwînin û bidin xwendin da ku kurdî çarmedorê welêt şên û geş bike.
Her wiha, spasiyek ji dil ji bo sponsorê me yê vê hejmarê Selahadîn Şivan û wiha jî ji bo hemû sponsorên me yên hejmarên derçûyî. Û dîsa spas ji bo Pirtûkakurdî û Weşanên Na: Mala wan her ava.”