
Paris Saint-Germainê pişt li Arsenalê şikand
Hewlêr (Rûdaw) – Paris Saint-Germainê (PSG) di maça yekem a nîv-fînalê ya Lîga Şampiyonan de 1-0 zora Arsenalê bir.
Paris Saint-Germain û Arsenal şeva borî li Londonê hatin pêşberî hev.
Di pêşbirka herî bi prestîj a futbola Ewropayê ya di asta kluban de, ekîba Fransayê bi gola Ousmane Dembele ya xuleka 4an 1-0 ket pêş.
Dembele vê demsalê keysa xwe li golan xweş kiriye û ev bû gola wî ya 8an a vê sezonê ya di Lîga Şampiyonan de.
Merino xuleka 47an gok şand torên Paris Saint-Germainê lê VARê ev gol ji ber ku ofsayt bû nehesiband.
PSG ji maçê bi serkeftina 1-0 veqetiya û maça rovanşê dê 7ê Gulanê were lîstin.
Divê were gotin ku di maça din a nîv-fînalê de Barcelona û Inter dê îşev demjimêr 22:00yan werin pêşberî hev.