Nuçe

Hewlêr – Bira bi keleşê gule li xwişka xwe…

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê keçek bi çekê ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin. Polîsan ragihand, wan tavilê tawanbar girtiye.

Efserekî pilebilind ê polîsan li cihê bûyerê li Taxa Teyrawayê ya Hewlêrê derbarê bûyerê ji Rûdawê re axivî.

Wî efserî got: “Piştî bûyerê em tavilê hatin vê derê, di encama şopandina hêzên me di demeke kurt de tawanbar hat girtin ku birayê keçikê ye”.

Piştî bûyerê şahidek ji Rûdawê re got, kujer zêdetirî 10 guleyên li xwişka xwe reşandiye.

Polîsê Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, “Keçê bi navê N. A. E. ji aliyê birayê xwe yê bi navê E. A. E. li ser pirsgirêkeke civakî hatiye kuştin”.

Tawanbar hatiye girtin û lêpirsîna wî berdewam e.



Source link