Çand û Huner

WAN – Roja Dansê ya Cîhanî hat pîrozkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Roja Dansê ya Cîhanî li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hat pîrozkirin.

Li gorî agahiyên ku mamosteyên dansê dane, ciwan hêdî hêdî berê xwe didin dansên cuda.

Mamosteya Dansa Latîn Merve Sariyê diyar kir ku ew perwerdeya dansê didin û got:

“Li vê derê cara pêşî ye ku tiştekî wiha hatiye kirin û daxwaz jî zêde ye.

Dansên Latîn û hemû cureyên sema, govend, dîlanan tên kirin.

Em werzişvanan perwerde dikin û kesên dixwazin fêrî her cureyê dansê bibin tên cihê me.”

Li vê derê temenê fêrbûna dansê ji 3 saliyê dest pê dike û sînorê ferbûnê nîne.

“Armanca me belavkirina çanda dansê ye”

Danskerê Dansên Latîn Çetin Sari jî got ku armanca wan berbelavkirina dansê ye û anî zimên:

“Hebûna tiştekî wiha li Wanê me kêfxweş dike. Armanca me belavkirina çanda dansê ye.

Di warê semayê de Wan xwedî potansiyeleke zêde ye. Li gel dansên latîn em perwerdeya dansên wek K-pop, hip-pop, oryantal, lindy hop û swing jî didin.”

Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî û Komîteya Dansê ya hevkarê UNESCOyê sala 1982yan, 29ê Nîsanê wekî Roja Dansê ya Cîhanî da naskirin û ev roj li seranserê cîhanê her sal bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin.



Source link