Nuçe

MÊRDÎN – Mamosteyek di êrişa çekdarî de hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê mamosteyekî dibistanê di êrişa çekdarî de hat kuştin.

Bûyer li taxa Îpekê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê qewimî.

Li gorî zanyariyan mamosteyê Dibistana Yuzuncu Yilê Abdurrahîm Yilmazê 40 salî dema li baxçeyê pişta dibistanê li motora xwe siwar bû kesekî bi çekê gule lê reşandin.

Abdurrahîm Yilmaz bi girêbest mamostetî dikir.

Mamosteyê 40 salî di bûyerê de bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan ew bir Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Tevî hewldanên bijîşkan jî Yilmaz li nexweşxaneyê mir.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina êrişkar xebat da destpêkirin.



Source link