HEWLÊR – Festîvala Xwendekarên Afirîner tê…
Hewlêr (Rûdaw) – Li Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê fêstîvaleke taybet a “Xwendekarên Afirîner” tê lidarxistin.
Heştemîn Fêstîvala Xwendekarên Afrîner li Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê tê lidarxistin.
Çavdêrê projeyê Hewran Abdulah dibêje, 25 projeyên afirîneran tên nîşandan ku ji aliyê 125 xwendekaran ve li ser xebat hatine kirin.
Hewran Abdulah ji nûçegihanê Rûdawê Horvan Rifet re got, “Îsal ji salên borî cuda ji 148 projeyan ku nirxandin ji wan re hatine kirin, tenê 25 ji wan wekî projeyên pêşeng û afirîner di fêstîvalê de cih girtine.”
Bi gotina Hewran Abdullah, “Ew 25 proje bi hevkariya 125 xwendekaran hatine amadekirin, yanî li ser her projeyekê pênc kesan kar kiriye.”
Çavdêrê Hewran Abdulah dibêje, “Proje xwe di warên cuda de dibînin, piraniya wan di warê sepanan (Aplikasyon) de ne û ji bo vê ne ku pirsgirêkekê ji pirsgirêkên civaka Kurdî û bazara kar çareser bikin.”
Wekî ku Hewran Abdulah dibêje, ew xwendekarên ku di fêstîvalê de beşdar in, xwendekarên qonaxa duyem ên beşên zanistî ne ku wekî derbasbûna derseke taybet (Dersa Perwerdehiya Afrîneriyê) li ser projeyan kar kirine.
Hewran Abdullah di berdewamiyê jî de got: “Em dixwazin takekesê Kurd bi awayekî cuda bifikire, komek jêhatî û karîn hebe û bikaribe di bazara kar de, li cem pisporiya xwe, komeke zaniyarî û jêhatîbûn hebe.”
Heta niha li Kolêja Perwerdehiya Bingehîn a Zanîngeha Selahedînê heft hezar û 388 xwendekaran ew ders wergirtiye.”
“Zimanê xwe bi îdyoman rengîn bike”
Navê yek ji projeyan jî “Zimanê xwe bi îdyoman rengîn bike” ye ku ji aliyê xwendekarên beşa Îngilîzî ve hatiye nîşandan.
Yek ji amadekarên projeyê ji Rûdawê re got, “Me hest bi dijwariya fêrbûna zimanê Îngilîzî kir, ji ber vê me biryar da ku çareseriyekê jê re bibînin, ew jî bi çêkirina sepanekê ku hezar û 200 îdyom an jî hevok (Îngilîzî-Kurdî) di xwe de dihewîne û di demeke kurt de asta zimanê Îngilîzî bilind dike.”
Di heman demê de projeyeke din ji aliyê xwendekarên beşê baxçeyên zarokan ên zanîngehê hatibû nîşandan ku taybet e bi pirtûka boyaxkirinê bi şêwe û karakterên Kurdî.
Yek ji amadekarên projeyê got, “Mebesta me ji vê nasandin û perwerdehîkirina çanda Kurdî ye ji zarokan re.”
Heşt sal e Tora Medyayî ya Rûdawê sponsorî û piştgiriya fêstîvalê dike.
