
Ozgur Ozel: Em piştgiriyê didin pêvajoya…
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel li ser kongreya PKKyê axivî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin “pêvajoya Tirkiyeya bêteror.”
Piştî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu CHP her hefte li bajarekî cuda mitînga “Gel li Îradeya Xwe Xwedî Derdikeve” li dar dixe.
CHPyê îro li Wana Bakurê Kurdistanê mitînga “Gel li Îradeya Xwe Xwedî Derdikeve” li dar xist.
Serokê CHPyê Ozgur Ozel di mitîngê de axivî û amaje bi daxuyaniya PKKyê ya li ser kongreyê kir.
Ozgur Ozel diyar kir ku ew ji “Tirkiyeya bêteror re dibêjin ‘erê’ û wisa domand:
“Em li bendê ne ku hemû alî bi hev ji bo serrastkirina kêmasiyên li ser bingeha parlementoyê gavên biavêjin, di serî de bidawîkirina sepandina qeyûman û azadkirina girtiyên siyasî.
Em hemû piştgiriyê didin gavên ji bo aştiyê hatine avêtin û dê werin avêtin. Em ji Tirkiyeya bêteror re dibêjin ‘erê’ em m li bendê ne ku çek bên danîn.
Soza me ji Serok Sirri re heye. Eger ev pêvajo bi ser nekeve û sozên dane Kurdan neyên bicihanîn. Em dê bi her awayî bibin desthilat, em dê bê guman biratiya Tirk û Kurdan pêk bînin.
Em ne ji wan kesan bûn ku Pirsgirêka Kurd înkar dikir. Me her tim gotiye ev pirsgirêk heye.
Pirsgirêka Kurdan ev e. Pirsgirêka Kurdan ev e. Ji bo vê em dê van pirsgirêkan bi hev re bi demokrasiyê û bi hezkirina hevdû çareser bikin.
Heta niha bi tevahî 145 caran qeyûm bi ser îradeya Kurdan de tayîn kirine û qeyûm tayînî ser 3 şaredariyên me jî kirine.
Yek ji van, serokê şaredariya Esenyurtê ye ku mezintirîn bajarok e li Tirkiyeyê, lawê we yê resen Ahmet Ozer e. Em silavan ji Ahmet Ozer re dişînin.
Em li meydanan ne tenê azadiya Serok Ekrem û azadiya CHPyiyan lê belê bê ka ji kîjan dîtina siyasî dibin, azadiya hemû girtiyên siyasî dixwazin.
Em azadiya Selahattîn Demîrtaş jî diparêzin. Wan bi taybetî ji Demîrtaş hez dike. Silav li Serok Selahattîn be.”
“Me soz daye serok Sirri”
Serokê Giştî yê CHPyê amaje bi pêşhatên pêvajoyê jî kir û got:
“Me got em dê wisa bikin ku Kurd, Tirkiyeyê wekî dewleta xwe bibînin.
Dewleta ku bapîrên wan ji bo wê can daye, bi awayê demokratîk, kîjan gav divê were avêtin, em dê hemû van gavan bi hev re biavêjin.
Em bi tevahî piştgiriyê didin wê yekê ku rêxistina terorê çekên xwe deyne.
Soza me bi Serok Sirrî re heye. Eger ev pêvajo bi ser nekeve, eger li hemberî Kurdan sozên ku dane nînîn cîh jî, em dê bi her awayî bibin desthilat û em dê bê guman biratiya Tirk û Kurdan pêk bînin.”