Cemîl Bayik: Ez careke din bêm dinyayê ez dê dîsa…
Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Konseya Rêveber a KCKyê Cemîl Bayik got, “Eger ez careke din bêm dinyayê, ez dê dîsa jî Rêber Apo ji xwe re esas bigirim.”
Piştî 41 salan ji xebata çekdarî, 12ê Gulanê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kongreya xwe ya 12mîn li dar xist û biryar da ku xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî bi dawî bike.
Ji damezrînerên PKKyê Hevserokê Konseya Rêveber a KCKyê Cemîl Bayik li kongreyê axivî û diyar kir ku eger careke din bê dinyayê ew dê dîsa jî Abdullah Ocalan ji xwe re bike esas.
Bayik helwesta xwe wiha anî ziman:
“Wekî ku heval jî zanin, ji destpêkê vê tevgerê ve di nav de me. Hevalê Kemal Pîr ez bi Rêber Apo da naskirin.
Heta ku Rêber Apo nas bikim, min ne Kurdistan, ne gelê Kurd ne jî xwe fêhm kiribû. Piştî ku min Rêber Apo nas kir, yanî piştî ku min ew dît û pê re axivîm min Kurdistan, gelê Kurd û kesayetiya xwe fêhm kir.
Lewma ji destpêkê ve min Rêber Apo ji xwe re kir esas.
Meşa min ne meşeke bi dilê Rêber Apo jî be, gelek kêmasî û şaşitiyê min hebe jî ti carî min ji vê meşê paş ve gav neavêt.
“Min xwest hêjayî Rêber Apo bim”
Min xwest, kêmasiyên xwe ji holê rakim û hêjayî Rêber Apo bim.
Dema ku min Rêber Apo nas kir, wê demê kelecan û coşeke mezin bi min re afirî be, dema ku PKK ava bû jî heman coş û moral bi min re çêbû.
Dikarim bibêjim ku hîn bêhtir bi coş û moral bûm.
Me niha kongreyek pêk anîn. Di vê kongreyê de li ser fesixkirinan PKKyê û bidawîkirina tevgera çekdarî me biryar wergirt.
Wekî damezrînerekî vê tevgerê ji vê yekê kelecanê werdigirim. Ji ber ku ez Rêber Apo gelekî baş fêhm dikim.
Her gava ku Rêber Apo heta niha ji bo me, ji bo gelê me, ji bo tevgera me, ji bo mirovahiyê avêt, bi serketinê bi encam bû.
Jixwe ji ber vê yekê di nava tevgerê de, di nava gel de baweriyeke mezin ji bo Rêber Apo heye.
Li cîhanê jî baweriya bi Rêber Apo re mezin dibe. Çawa ku min bi naskirina Rêber Apo re xwe nas kir û meşa xwe bi wî rengî dewam kir, eger ez careke din bêm dinyayê ez ê careke din Rêber Apo ji xwe re bikim esas.
Dikarim bi kurtasî vê yekê bibêjim. Bijî Rêber Apo, bijî PKK.”
#VÎDEO – Cemîl Bayik: Eger ez careke din bêm dinyayê, ez dê dîsa jî Rêber Apo ji xwe re bikim esas
📌 Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kongreya 12an li dar xist û biryar da ku xwe fesix bike
🎙️Axaftina Cemîl Bayik wiha ye 👇👇
📹 ANF pic.twitter.com/e3BkJEqrDG
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 13, 2025
