
Akademiya Wanê bi helkefta Cejna Zimanê Kurdî…
Hewlêr (Rûdaw) – Akademiya Wanê bi helkefta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bernameyek li dar xist
Akademiya Wanê sala 2021ê li Wanê hatiye vekirin û li ser Kurdî û Îngilîzî xebatan dike.
Ew akademiya li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji bo zarok û mezinan kursan vedike, xebatên çandî û hunerî dike.
Akademiya Wanê bi helkefta 15ê Cejna Zimanê Kurdî, destpêka weşana Kovara Hawarê bernameyeke taybet li dar xist.
Bernameya ku bi armanca balkişandin û bipêşvebirina zimanê Kurdî hat lidarxistin, ji aliyê xelkê ve eleqeyeke zêde dît.
“Miletê me û zimanê me hinekî hişk bûne”
Niştecihê Wanê Zafer Sarica got:
“Dar li ser koka xwe mirov li ser zimanê xwe şîn dibe. Niha em hinekî hişk bûne.
Miletê me û zimanê me hinekî hişk bûne. Divê em hinekî vê darê av bidin.
Em di van rojan de jî bi taybetî hişê xwe tînin serê xwe û dibêjin av ji me re lazim e.”
“Kurdî zimanekî qedîm e”
Şêniya Wanê Menîce Rûmeysa Gulmezê jî got, “Îro Cejna Ximanê Kurdî ye.
Di dîrokê de zimanê Kurdî zimanekî qedîm e. Ji ber wê îro ji bo Kurdan rojek pir girîng e.
Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.”
Bernameyê bi performansa koma erbaneyê dest pê kir.
“Zimanê Kurdî bi dengbêjiyê di nav ciwanan de cihê xwe çêdike”
Nişteciha Wanê Dîba Keskînê jî got:
“Çi tiştekî xweş e ku em bi gelemeperî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.
Bi salan e me digot zimanê Kurdî û zimanê Kurdî.
Me digot zimanê Kurdî ber bi nemanê ve ye û nifşên nû dê zimanê bav û bapîrên xwe nizanin lê îro tu lêdinêrî Cejna Ximanê Kurdî, panelên Kurdî, pirtûk û çîrok hene û wêje bi her awayî xurt dibe.
Bi taybetî zimanê Kurdî bi dengbêjiyê di nav ciwanan de cihê xwe çêdike.”
“Ziman hebûna gel û miletê me ye”
Kesekî bi navê Zafer jî got, “Ziman hebûna gel û miletê me ye. Ji ber wê ev çalakî pir xweş e. Kî bi bi vî karî rabûbe spasiya wan dikim.”
Piştre Hevseroka Akademiyê Gulseren Kîrazê xêr hatina mêhvanan kir.
Bi zaravayê Şêxbizînî gotarek pêşkêş kir û li ser giringiya parastina Kurdî û sûdên pirzimanî û pir çandiyê sekinî.
“Em dixwazin zimanê me mezin bibe”
Gulseren Kîrazê jî got, “Kurd heta niha li zimanê xwe xwedî derketine. Ji bîr nekin ku Kurdî tenik û nazik e.
Em dixwazin ji niha û pêve zimanê me mezin bibe. Zar û zêçên me Kurdî bixwînin û hertim bi Kurdî biaxivin.”
Piştî axaftinan, ji bo kursiyerên ku li akademiyê kursên Kurdî û Îngîlîzî temamkirina sertîfîka hatin pêşkêşkirin.
Bername bi sînevîzyonên derbarê 15ê Gulanê û Akademyê, kilam û stranên Dengbêj Taha Bozdemîr, Hunermend Neslîhan Edîş û Rêber Soyler berdewam kir û bi govend û dîlanên beşdaran jî bi dawî hat.