Denîz Undav avêt: Stuttgart derket çaryeka fînalê
Hewlêr (Rûdaw) – Di Kupaya Almanyayê (DFB-Pokal) de VfB Stuttgart bû mêvanê tîma Lîga Duyem VfL Bochumê.
Stuttgart bi gola futbolîstê Kurd Denîz Undav û golekê ku lîstikvanê Bochumê avêt qeleya xwe bi 2-0 bi ser ket û derbasî çaryeka fînalê bû.
Li Stadyuma Ruhrstadionê li pêşberî 25 hezar temaşevanan, lîstikvanê Bochumê Philipp Strompf bû karesatê şeva reş ê tîma xwe.
Strompf pêşî gola xwe avêt qeleya xwe û Stuttgart 1-0 xiste pêş, piştre jî ji ber xeletiya li hemberî Denîz Undav ji lîstikê hat avêtin.
Undav encam diyar kir
Denîz Undavê Kurd hem di Bundeslugayê de hem jî di Kuapaya Almanyayê de nayê sekinandin.
Beriya ku nîvê yekem bi dawî bibe, şeva Strompf bi temamî bû kabûs.
Philipp Strompf dema ku top kontrol dikir ew ji lingê xwe dûr xist û neçar ma Denîz Undav biavêje erdê.
Hakemê maçê Florian Badstubner pêşî qerta zer nîşan da lê piştî kontrola VARê biryar da ku Strompf “lîstikvanê dawî” ye û qerta sor nîşanî wî da.
Stuttgartê nîvê duyem li hemberî tîma kêm (10 kes) dest pê kir.
Denîz Undav di xuleka 47an de, tenê 2 xulek piştî destpêkirina nîvê duyem, pasa Jamie Leweling baş nirxand û bi serê xwe gol avêt.
Bi vê golê Stuttgart 2-0 pêş ket û rehet bû.
Piştî qerta sor a Strompf û gola Undav, Stuttgartê kontrola lîstikê xiste destê xwe û rê neda surprîzan.
Bi vê serkeftinê VfB Stuttgar di Kupaya Almanyayê de derket çaryeka fînalê.
Pişka çaryeka Kûpaya Almanyayê jî dê yekşemê bê kişandin.
Her wiha Stuttgart dê di Bundesliga de yekşemê saet 15:30î mêvandariya FC Bayern Munchenê bike.
