Spor

Agît Kabayel: Ez kêfxweş im ku nûnertiya…

Almanya (Rûdaw) – Boksorê Kurd Agît Kabayel li Almanyayê rikeberê xwe yê Polonyayî Damian Knyba bi nakawta teknîkî têk bir û kembera xwe parast. Kabayel piştî maçê peyama, “Azadî ji bo Rojava” da.

Agît Kabayel şeva borî li bajarê Oberhausenê yê Almanyayê li Rudolf Weber-Arenayê derket ser rîngê.

Boksorê Kurd di Şampiyoniya Boksa Giran a WBCyê de ji bo parastina kembera xwe ya “şampiyoniya cîhanê ya giran a demkî” li hemberî Damian Knyba lec kir.

Li pêşberî nêzîkî 13 hezar temaşevanan, Kabayel di raunda sêyem de rikeberê xwe bi nakawta teknîkî têk bir û nasnavê xwe parast.

Bi vê encamê boksorê Kurd di kariyera xwe ya profesyonel de serkeftina xwe ya 27an bi dest xist û ev bû nakawta wî ya 19an.

“Ez kêfxweş im ku nûnertiya Kurdistanê dikim”

Kabayel piştî maçê ji Rûdawê re axivî û kêfxweşiya xwe ya ji bo piştgiriya Kurdan anî zimên:

“Piştgiriya ku ji min re tê kirin, gelekî girîng e. Ev rehên min in, eslê min ê Kurdî ye, piştgiriyeke bêhempa ye ku ez ji Kurdistanê werdigirim.

Te bi xwe jî got, ew qas Kurd li vir bûn, ez bawer dikim 13 hezar temaşevan hebûn û texmîn dikim nêzîkî 8 hezar û 500 heta 9 hezar ji wan Kurd bûn.

Ez bi vê piştgiriyê kêfxweş im, ez kêfxweş im ku nûnertiya Kurdistanê dikim û her du gelan jî di dilê xwe de hildigirim.”

“Azadî ji bo Rojava”

Agît Kabayel li ser pirsa Rûdawê ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de peyameke taybet da û got:

“Peyameke min a taybet heye, min berê jî gotibû, azadî ji bo Rojava. Ev ji bo hemû kesên ku agahdar bûne.

Em nikarin çavên xwe li tiştên ku niha li wir rû didin bigirin, divê em lê binerin û bala mirovan bikşînin ser.

Li wir mirovên bêguneh ji malên xwe tên derxistin û wekî min got, ji kerema xwe re rûyê xwe nezivirînin, divê em hemû bi hev re bin.

Mijar ne tenê bi eslê xwe Kurdbûn e, mijar mirovatî ye. Divê em hemû bi hev re bin û balê bikşînin ser wê yekê ku mirovên bêguneh tên kuştin.”

Coş û kelecana alîgiran

Alîgirên Kurd ên Agît Kabayel jî piştî serkeftina wî ji Rûdawê re axivîn.

Rojhat Kirbaş diyar kir ku Kabayel Kurdistanê vedigerîne ser nexşeyê û got:

“Ji bo Agît jî xwedî wate ye, da ku em piştgiriya birayên xwe yên Kurd bikin, da ku em careke din Kurdistanê bixin ser nexşeyê û her kes bêdeng nemîne.”

Berîvan Demirê jî got, “Agît yek ji wan werzişvanên yekem e ku bi rastî li pişt Kurdan radiweste û dibêje ku ew Kurd e.

Ji ber vê yekê em jî şanaz in ku em rengên xwe nîşan bidin û li vir bin. Jin, Jiyan, Azadî! Hêza Kurdî!”

Suleyman Demir jî destnîşan kir ku Kabayel derfetek daye Kurdan ku xwe li Almanyayê nîşan bidin.

Agît Kabayel kî ye?

Agît Kabayel sala 1992yan li bajarê Leverkusenê yê Almanyayê ji dayîk bûye.

Ew bi eslê xwe ji navçeya Bazarcixê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê ye û li Bochumê dijî.

Kabayel di kariyera xwe de gelek şampiyonî bi dest xistine ku di nav wan de şampiyoniya Ewropayê ya di navbera salên 2017 û 2019an de jî heye.

Boksorê Kurd di kovara The Ringê de ku wekî otorîteya boksê tê qebûlkirin, di nav 10 boksorên herî baş ên cîhanê de cih digire.



Source link