Nêçîrvan Barzanî û Macron axivîn: Divê mafên…
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê axivîn û rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêwendiyeke telefonî ji Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron wergirt.
Di pêwendiyê de rewşa Îraq, Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn û bi taybetî jî bipêşketinên li Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.
Piştgiriya ji bo Peymana 10ê Adarê
Her du aliyan dilgiraniya xwe ya kûr a li hemberî alozî û pevçûnên li Sûriyeyê nîşan da û xwest ku hemû alî rewşê aram bikin.
Her wiha piştgiriya xwe ji bo destpêkirina demildest a danûstandinan ji bo bicihanîna “Peymana 10ê Adarê” ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de nîşan da û tekezî li ser parastina sivîlan kir.
Macron pesnê rola Nêçîrvan Barzanî da
Di vê çarçoveyê de Serokkomarê Fransayê pesnê rola Nêçîrvan Barzanî da.
Macron pesnê hewldanên navbeynkariyê yên Serokê Herêma Kurdistanê da ku ji bo aramkirina rewşa Sûriyeyê û rêlibergirtina aloziyên zêdetir dixebite.
“Divê mafên Kurdan bên misogerkirin”
Li aliyê din Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku “divê mafên gelê Kurd di destûra paşerojê ya Sûriyeyê de bên misogerkirin.”
Nêçîrvan Barzanî her wiha spasiya Macron û Fransayê kir ji bo rola wan a di nehiştina aloziyan û parastina aramiya herêmê de.
