Nuçe

Serok Mesûd Barzanî û Tom Barrack civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî îro pêşwaziya Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ji bo Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê kir.

Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Civîn îro li Pîrmamê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hat lidarxistin.

Peyama Trump

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tom Barrack silav û rêzên Serokê Amerîkayê Donald Trump gihandine Serok Barzanî.

Her wiha hat eşkerekirin ku Nûnerê Trump pesnê rola Serok Barzanî ya di proseya aştiyê û aramkirina rûdanên dawî yên li Sûriyeyê de daye.

“Pêdivî bi diyalogê heye”

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê û guherînên meydanî yên dawî hatine gotûbêjkirin.

Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ji bo gihîştina çareseriya pirsgirêkan divê pişta xwe bidin diyalog, lihevtêgihiştin û rêbazên aştiyane.

“Mafên Kurdan bên garantîkirin”

Di beşeke din a civînê de Serok Barzanî spasiya rola Amerîkayê kir ku alîkariya aliyên Sûriyeyê kiriye da ku bigihêjin çareseriyê.

Serok Barzanî her wiha tekez kir ku “divê di paşeroja Sûriyeyê de mafên gelê Kurd bên garantîkirin.”



Source link