Fransayê li ser civîna Barrot û Mezlûm Ebdî…
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel
Barrot li Şamê bi hevtayê xwe yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re civiya û Ii ser
civînê daxuyaniyek belav kir.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di
daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew salek û çend roj piştî “rûxîna rejîma
tawanbar a Beşar Esed careke din li Şamê ye.”
Jean-Noel Barrot bal kişand ser peymana ku 29ê Kanûna Paşîn
di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatiye
îmzekirin.
Barrot destnîşan kir ku ev “peyman mafên ewlehî û siyasî yên
Kurdên Sûriyeyê garantî dike.”
Her wiha Barrot da zanîn ku parastina girtîgehan û têkoşîna
li dijî DAIŞê jî beşeke girîng a vê peymanê ye.
Jean-Noel Barrot li ser têkoşîna li dijî DAIŞê jî agahî dan
û got, “Têkoşîna li dijî DAIŞê ji bo me pêşîniyeke mitleq e.”
Barrot bi bîr xist ku Fransayê di hefteyên dawî de bi
hevahengiya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê du caran li baregehên DAIŞê xistiye.
Hat ragihandin ku Jean-Noel Barrot û Mezlûm Ebdî dê îro li Hewlêrê bicivin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê eşkere kir ku ew dê îro bi
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re bicive.
Barrot anî ziman ku “Mezlûm Ebdî birêvebirê Kurdên Sûriyeyê
ye” û ew dê bi hev re li ser bicihanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn dan û
standinan bikin.
Jean-Noel Barrot di dawiyê de tekez kir ku Fransa di warê
aborî û saziyan de piştgiriyê dide gelê Sûriyeyê da ku welatê xwe ji nû ve ava
bikin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, îro li Hewlêrê bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re dicive.
Civîn dê li Serokatiya Herêma Kurdistanê bê kirin.
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot dê îro ji bo hevdîtinên fermî were Hewlêrê û here Bexdayê.
Wezîr Barrot di çarçoveya serdana xwe ya Hewlêrê de dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî bicive.
Mezlûm Ebdî 22yê Kanûna Paşîn a 2026an jî hatibû Hewlêrê û li gel Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack civiyabû.
