Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê…
Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li parêzgehên Colemêrg, Bedlîs, Çewlîg, Erzirom, Qers, Wan û Şirnexê berfeke zêde dibare.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo hin bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û sermayê da.
Saziya Keşnasiyê ragihand ku li parêzgehên Colemêrg, Bedlîs, Çewlîg, Erzerom, Qers, Wan û Şirnexê berfeke zêde dibare.
Barana gur û daketina pileyên germê
Li Amed, Dîlok, Sêrt, Meletî û Rihayê jî barana gur dê bibare.
Li gorî pêşbîniyên Saziya Keşnasiyê, di nav hefteya bê de şilî didome û pileyên germahiyê dadikevin.
