Tenduristî

Rahênaneke mêjî metirsiya xurifînê ji sedî 25 kêm…

Hewlêr (Rûdaw) – Cara yekem e lêkolerên Amerîkayî radigihînin ku rahênaneke hêsan û erzan a mêjî dikare metirsiya xurifînê (dementia) ji sedî 25 kêm bike.

Li gorî lêkolîneke nû ku encamên wê 9ê Sibata 2026an hatine belavkirin, ceribandineke demdirêj a li ser nêzîkî sê hezar kesan eşkere kiriye ku cureyekî diyarkirî yê rahênana mêjî bandoreke berbiçav li ser parastina şiyanên mirov dike.

“Cara yekem e”

Marilyn Alberta ji Zanîngeha Johns Hopkinsê ya li Amerîkayê ragihand:

“Cara yekem e, ev lêkolîneke asta standard e ku fikrê dide me ka em çi bikin ji bo kêmkirina metirsiya xurifînê.”

Gelek lîstik û sepanên rahênana mêjî hene ku angaşta rûbirûbûna têkçûna şiyanên mêjî dikin lê heta niha lêkolînên bi kalîte û demdirêj ji bo peyitandina bandora wan kêm in.

Tîma lêkolerên Amerîkayî hişyarî da ku lêkolîna wan tenê yek cureyê diyarkirî yê rahênanê sûdmend dîtiye û ev nayê wê wateyê ku hemû lîstikên rahênana mêjî bi bandor in.

Tenê rahênana lezê bi bandor bû

Ceribandina wan a bi navê (ACTIVE) di dawiya salên 90 de dest pê kiriye.

Du hezar û 800 kesên ku temenê wan 65 salî an zêdetir bû beşdar bûne.

Beşdar bûne 3 kom. Komekê ji wan ji bo lezê, komekê ji bo bîrê û ya din jî ji bo mentiqê rahênana mêjî dikir.

Marilyn Albertê got, di şopandinên piştî pênc, deh û herî dawî 20 salan de, rahênana “lezê” her tim bi awayekî berbiçav sûdmend bûye.

Piştî du dehsalan, tomarên tenduristiyê nîşan da ku metirsiya xurifînê ya kesên ku rahênana lezê û rûniştinên bihêzker kirine, ji sedî 25 kêm bûye.

Lêkoler dema wan dît ku ku du cureyên din ên rahênanê (bîr û mentiq) ti cudahiya amarî ya girîng nîşan nedaye mat man.

Mekanîzmaya li pişt serkeftinê

Rahênana lezê ji tikandina li ser wêneyên otomobîl û nîşanên trafîkê pêk tê ku li cihên cuda yên dîmendera kombersê (kompîter) derdikevin.

Gelo çima rahênana lezê bandoreke wiha kiriye? Albert dibêje lêkoler tenê dikarin texmîn bikin û dibilîne:

“Em wisa dihesibînin ku ev rahênan li ser pêwendiyên di nav mêjî de kar dike.”

Yek ji cudahiyên girîng ew bû ku rahênan li gorî şiyanên kesan dihat sererastkirin, ango li gorî pêwîstiyê hêsantir an dijwartir dibû.

Albertê amaje bi wê yekê jî kir ku dîtina mekanîzmaya hûr a ku çima rahênana lezê serketî bûye, dikare alîkariya lêkoleran bike ku di paşerojê de rahênanên nûtir û bi bandortir bi pêş bixin.

Lê wê diyar kir ku ev dîtin niha jî “xwedî girîngiyeke zêde” ye û destnîşan kir ku kêmkirina xurifînê di nav nifûsa Amerîkayê de dikare 100 milyar dolaran ji lêçûnên lênêrîna nexweşan kêm bike.

Li gorî amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li cîhanê 57 milyon kes xurifîne û ew sedema heftemîn a sereke ya mirinê ye li cîhanê.

Navê erkê rahênana lezê “Double Decision” e û bi rêya sepana rahênana mêjî (BrainHQ) berdest e.

Ev lêkolîn di kovara zanistî “Alzheimer’s and Dementia: Translational Research & Clinical Research”ê de hatiye belavkirin.



Source link