Nuçe

Li Rihayê êriş, li hewşa mala xwe hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di êrişa bi çekê de kesek hat kuştin.

Li gundê Dengizbaciyê yê navçeya Hewagê, îro hinek kesan di hewşa mala wî de bi demançeyê êrişî Huseyin Yildirim ê 41 salî kir.

Êrişkar piştî êrişê ji cihê bûyerê reviyan.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di pişkînînên tîmên tendirustiyê de diyar bû ku Huseyin Yildirim li cihê bûyerê miriye.

Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin û cendirmeyan ji bo desteserkirina êrişkaran dest bi xebatê kir.



Source link