Tenduristî

Selîm Temo li Almanyayê krîza dil derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) – Akademîsyenê Aştiyê û nivîskarê Kurd Selîm Temo li Almanyayê krîza dil derbas kir û ew rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku ew hatiye emeliyatkirin û rewşa wî baş e.

Selîm Temoyê ku li Almanyayê dijî, 19ê Sibatê sibehê saet derdora 06:00an krîza dil derbas kir.

Temo ji aliyê xizmê xwe Hasan Saglam û keça xwe Berfînê ve rakirin Nexweşxaneya Leverkusen Klinikumê.

Temo li vir hat emeliyatkirin. Hat diyarkirin ku damarên wî xitimîne û 3 stent li dilê wî xistine.

Rewşa wî baş e, hişê wî li serê wî ye

Malbatê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku li gorî nirxandinên destpêkê rewşa Temo baş e û di bin çavdêriyê de ye.

Hat gotin ku hişê wî li serê wî ye û dibe ku di rojên pêş de wî bibin beşa asayî.

Bijîşkan diyar kir ku wî pêvajoyeke giran derbas kiriye û tê çaverêkirin ku rewşa wî roj bi roj baştir bibe.

Tê pêşbînîkirin ku Temo hefteyekê an jî 10 rojan li nexweşxaneyê bimîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku malbat û nêzîkên Temo pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin û spasiya her kesî hat kir.

Her wiha hat ragihandin ku Temo silav li hezkiriyên xwe dike.



Source link