Ereb ji Efrînê dernakevin, Efrînî diçin cem…
Hewlêr (Rûdaw) – Şandeyeke xelkê Efrînê dê here cem Parêzgarê Helebê û bixwaze ku Erebên hawirde ji bajêr bên derxistin.
Li gorî planê, şandeyeke ku ji rewşenbîr û çalakvanên Efrînê pêk tê dê here Helebê.
Şande dê ji Parêzgarê Helebê bixwaze ew Erebên ku piştî sala 2018an anîne bajêr bên derxistin.
Piştî lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de biryar hatibû dayîn ku koçberên Efrînî û derdora wê vegerin cih û warên xwe.
Lê piraniya wan heta niha jî nikarin vegerin çimkî malên wan ji aliyê Erebên hawirde ve hatine dagirkirin.
Şandeyek dê ji bo çareserkirina vê mijarê bi Parêzgarê Helebê re bicive.
“Bi sedan vîlayên giranbiha dagir kirine”
Berpirsekî Kurd ê ji Efrînê îro ji Rûdawê re got:
“Erebên hawirde yên ji Dêrezorê li malên Kurdan ên li Efrînê hatine bicihkirin û ne amade ne wan vala bikin.
Wan bi sedan xaniyên mezin û vîlayên giranbiha dagir kirine û bêyî zexta hikûmetê vala nakin.
Efrîn mezin e û tiji xêr û bêr e.
Erebên Dêrezorê naxwazin vê xêr û bereketê bi hêsanî ji dest bidin û vegerin deştên xwe.”
Li gorî agahiyên Rûdawê, vê hefteyê şandeyek dê Parêzgarê Helebê re bicive û valakirina malên Kurdan gotûbêj bike.
Endamekî wê şandeyê ji Rûdawê re got:
“Em dê bi parêzgar re biaxivin û bixwazin ku her çi qasî zû be Erebên ji Dêrezorê bên şandin da ku Kurd karibin vegerin malên xwe.”
Vegera 400 malbatan hat bipaşxistin
Endamê Meclisa Xwecihî ya Efrînê yê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Azad Osman jî ji Rûdawê re got:
“Biryar bû ku karwanekî ji 400 malbatan vegere Efrînê.
Lê ji ber ku Erebên hawirde xaniyan vala nakin heta îro vegera wan hatiye paşxistin.”
Azad Osman çûyîna şandeya Efrînê ya cem Parêzgarê Helebê piştrast kir.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê 29ê Kanûna Paşîn a 2026an li hev kiribû û di wê çarçoveyê de biryar hatibû dayîn ku koçber vegerin.
Artêşa Tirkiyeyê û kom û komikên çekdar destpêka 2018an êrişî Efrînê kir û Efrîna Rojavayê Kurdistanê ket destê wan.
Piştî vê yekê bi hezaran Kurd koçber bûn û Ereb li cihê wan hatin bicihkirin.
Gelek Kurdên Efrînî heta îro jî nikarin vegerin warê xwe û li bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê dijîn.
