Nuçe

Bafil Talebanî: Eger Bexda tedbîran wenegire em…

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ragihand, wan navê hinek ji wan kes û aliyan daye Bexdayê ku êrişî Herêma Kurdistanê dikin û hişyarî da, eger tedbîrên pêwîst neyên girtin, ew dê bi xwe bersiva wan bidin.

Ev daxuyaniya Bafil Celal Talebanî piştî wê yekê hat ku şeva borî bi 9 dronan êrişî Hewlêrê û bi 6 dronan jî êrişî Silêmaniyê hat kirin.

Bafil Talebanî di peyama xwe de ji bo wan çend şevên nexweş ên ku derbas kirine spasiya berxwedana xelkê kir.

Her wiha Talebanî amaje bi wê yekê kir ku di çend rojên borî de wan hemû hewlên xwe yên dîplomatîk xistine seferberiyê û got:

“Me ji bo parastina Kurdistanê di vê rewşê de, li gel serkirdeyên Îran, Amerîka û Tirkiyeyê di asta bilind de axaftin kiriye.”

Bafil Talebanî her wiha diyar kir, piştî axaftinên Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, “Em çaverê ne ku alozî ji Herêma Kurdistanê bên dûrxistin.”

Hişyariya ji bo Bexdayê

Serokê YNKyê bi eşkereyî got, “Me navê hinek ji wan kes û aliyan daye Bexdayê ku êrişî Herêma Kurdistanê dikin.

Em li benda Bexdayê ne ku ji bo girtina rêkarên pêwîst gavên cidî biavêje.”

Talebanî her wiha hişyarî da û got:

“Ez dizanim hevalên me yên li Bexdayê hemû hewlên xwe didin da ku rê li ber aloziyên zêdetir bigirin lê eger rêkar neyên girtin, wê demê em dê bi xwe bersiva wan bidin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) amaje bi wê yekê kir ku Îraq xwedî şaristaniyeke mezin û dîrokeke taybet e, lewma “Divê hemû hewlên şaristaniyî yên ji bo aramî û aştiyê jî her ji vê herêmê bin.”



Source link