Nuçe

Abdullah Ocalan: Jin dikarin aştî û demokrasiyê…

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji bo helkefta 8ê Adarê Roja Cîahnî ya Jinan de got, “Jin dikarin aştî û demokrasiyê bînin.”

Ocalan her wiha di peyama xwe de ragihand ku “meseleya şoreşa jinê di ser hemû meseleyan re ye”.

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, di mîtînga 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan de peyama Abdullah Ocalan hat xwendin.

Peyama Ocalan ji aliyê endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşegul Ayazê ve bi Kurmancî û ji aliyê Gulbahar Alpsoyê ve jî bi Tirkî hat xwendin.

“Bingeha çareseriyê azadiya jinê ye”

Abdullah Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku bingeha çareseriya hemû pirsgirêkên civakî azadiya jinê ye û got:

“Ez azadiya jinê dixim rêza yekem. Pirsgirêka azadiya jinê, pirsgirêka navendî û herî girîng a serdemê ye.”

Ocalan destnîşan kir ku şertê bingehîn ê gihîştina civakeke demokratîk, pêwendiya azad û wekhev a bi jinê re ye.

Rexneya li sîstema kapîtalîzmê

Ocalan di peyama xwe de sîstema kapîtalîst rexne kir û li ser rola wê ya li dijî jinan got:

“Di sîstema dewletparêz de jin wekî malekê ye. Ji bo fêmkirina kapîtalîzmê, divê mirov rewşa jinê ya ku hatiye metakirin fêm bike.”

Ocalan derbarê kuştina jinan jî wiha got:

“Kuştinên jinan ên ku îro diqewimin, di eslê xwe de qirkirina jinê ye û koka xwe ji hişmendiya nêr a dîrokî digire.”

Banga avakirina komunan

Ocalan bangî jinan kir ku di her qadên jiyanê yên wekî aborî, tenduristî, perwerde, çand û ekolojiyê de pêşengiya avakirina komunan bikin.

Wî diyar kir, “Wekî ku jinê di destpêka dîrokê de civaka komunal ava kir, îro jî dikare komunbûna nû pêk bîne.”

“Avakerên rastîn ên aştiyê jin in”

Abdullah Ocalan her wiha bal kişand ser rola jinan a di pêvajoya aştiyê de û got:

“Avakerên rastîn ên aştiyê jin in. Jin dikarin aştî û demokrasiyê bînin.

Jin êdî ne şahbanûya metayan e lê wekî xwedawenda azadiyê ye li ber deriyê jiyaneke nû.

 Ez bawer dikim ku ev meşa pîroz dê her roj bêtir bi ser bikeve.”

Ocalan di dawiyê de 8ê Adarê li hemû jinên kedkar pîroz kir û serkeftin ji bo têkoşîna jinan xwest.



Source link