Mezlûm Ebdî: Salih Muslim pêşengekî mezin ê…
Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbata Salih Muslim re xwest.
Mezlûm Ebdî her wiha got, “Salih Muslim pêşengekî mezin ê têkoşîna azadiyê bû.”
Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDyê û hevserokê berê yê PYDyê Salih Muslim vê êvarê li Hewlêrê koça dawî kir.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li ser hesanê xwe yê Xê bi peyameke nivîskî sersaxî ji malbata Salih Muslim û gelê Kurd re xwest.
Mezlûm Ebdî di peyama xwe de got:
“Me bi dilêşî û xemgîniyeke mezin agahiya koça dawî ya Endamê Konseya Hevserokatiya PYDyê Salih Muslim bihîst.
Bavê Welat, bavê şehîdekî, dostekî nêzîk, pêşengekî mezin, siyasetmedar û welatparêzekî Kurd ê hêja bû.
Di 40 salên borî de roleke mezin di têkoşîna azadiya gelê Kurd de lîst û gelek caran ji aliyê rejîma Beasê ve hat girtin û sirgûnkirin.
Her wiha Bavê Welat di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de roleke pêşeng lîst.”
“Em dê şopa wî dewam bikin”
Fermandarê Giştî yê HSDyê di berdewamiya peyama xwe de soz da ku ew dê têkoşîna Salih Muslim bidomînin û got:
“Em dê şopa şehîdê doza gelê Kurd Bavê Welat dewam bikin heta hêviyên wî bi cih bînin.
Serê malbatê, PYD û yê gelê Kurd sax be.”
Me bi dilêşî û xemgînîyeke mezin agahîya koça dawî ya Endamê Desteya Hevserokatîya PYDê Salih Muslim bihîst.
Bavê Welat, bavê şehîdekî, dostekî nêz, pêşengekî mezin, sîyastmedar û welatparêzekî Kurd yê hêja bû. Di 40 salên borî de rolekî mezin di têkoşîna azadîya gelê Kurd de…— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) March 11, 2026
