Li Tirkiye û Bakurê Kurdistan derman biha bûn
Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiye û Li Bakurê Kurdistanê derman careke din biha bû.
Bihayê euroyê ku ji bo diyarkirina bihayên dermanan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê bikaranîn hat nûkirin û bû 29,11 lîre.
Bi vê sererastkirina nû re, ji 12ê Adara 2026an ve bihayê dermanan bi giştî ji sedî 14,9 zêde bû.
Bihayê euroyê yê ku di hesabkirina bihayên dermanan de tê bikaranîn, îro çarşemê careke din hat nûkirin.
Li gorî biryara ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, bihayê euroyê ku berê 26,87 lîre bû, bi rêjeya ji sedî 8,33 hat zêdekirin û gihîşt 29,11 lîreyan.
Ev pêngava nû rasterast bandorê li ser bihayê hemû dermanên li dermanxaneyan dike û barê ser milê welatiyan girantir dike.
Herî dawî 13ê Adara 2026an jî bihayê dermanan bi rêjeya ji sedî 6,08 hatibû zêdekirin.
Bi vê sererastkirina dawî ya di bihayê euroyê de, ji nîvê meha adarê û vir ve rêjeya giştî ya bihabûna dermanan gihîştiye ji sedî 14,92yan.
Seroka Giştî ya Sendîkaya Dermansazên Karsaz a Tirkiyeyê (TEÎS) Nurten Saydanê derbarê vê guhertinê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev sererastkirin hîn jî ji rastiyên aborî dûr e.
Nurten Saydanê destnîşan kir ku her çend di bihayê euroyê de hinek zêdebûn hatibe kirin jî lê ev yek pirsgirêkên di warê dabînkirina dermanan de ji holê ranake, ji ber ku sîstema heyî li gorî rastiya aboriya niha nayê birêvebirin.
