Li Dihokê bereketa baranê: Bendav di ser re diçe
Hewlêr (Rûdaw) – Zivistana îsal Bendava Dihokê tije av kir û derdora bendavê bi geştyar û seyranvanan dagirtî ye.
Tijebûn û diserreçûna bendavê bala welatiyan dikişîne û ew ji bo dîtina van dîmenan serdana bendavê dikin.
Mamosteyê zanîngehê Dr. Sabir Zêbarî yek ji wan kesan e ku ji bo dîtina wan dîmenan çûye bendavê.
Dr. Sabir Zêbarî li ser dîmenê got:
“Bi rastî ez gelekî kêfxweş im ku min ev dîmena wiha bedew dît.
Zêdetirî 20 salan e ku ez li Dihokê me, ji sala 2004an ve li vir im.
Em gelek caran tên vê derê lê ti carî rêjeya avê bi vî rengî zêde nebûbû.
Ev nîmeta Xwedê ye û rehmeteke mezin e ji bo me.”
Di dîroka bendavê de cara 9an e
Kapasîteya Bendava Dihokê ya girtina avê 52 milyon metre sêgoşe ye.
Ev bendav li ser asta parêzgeha Dihokê wekî bendava herî mezin tê dîtin û niha bi temamî tije bûye.
Endazyar û Birêvebirê Bendavên Dihokê Ferhad Mihemed Tahir li ser vê mijarê got:
“Li gorî amaran Bendava Dihokê bi fermî di ser re diçe.
Di dîroka Bendava Dihokê de ev cara 9an e.
Niha çi qas ava din bê nav bendavê, di wê beşa ku ji bo wê hatiye dîzaynkirin û jê re ‘serrij’ tê gotin re diçe derve.”
Îsal rêjeya barana li parêzgeha Dihokê 1000 mmyî derbas kiriye.
Ji ber vê yekê hemû bendavên li parêzgehê tije av bûne û xwezaya herêmê bi temamî kesk bûye.
