Sportingê li ber xwe da lê henek bi Arsenalê re…
Hewlêr (Rûdaw) – Arsenalê di maça yekem a çaryeka fînalê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de li deplasmanê bi gola di xuleka 90+1ê de 1-0 zora Sportingê bir.
Sporting û Arsenal di maça yekem a çaryeka fînalê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de hatin pêşberî hev.
Maça ku li Stadyuma Estadio Jose Alvaladeyê hat lîstin de, Arsenal 1-0 bi ser ket.
Arsenal di xuleka 90+1ê de keniya
Nîvê yekem ê maçê bê gol bi dawî bû.
Gola ku serkeftin ji Arsenalê re anî, xuleka 90+1ê ji aliyê futbolîstê Alman Kai Havertz ve hat avêtin.
Li aliyê din, gola tîma Îngilistanê ya ku Martin Zubimendi xuleka 63yan avêt, ji ber ofsaytê nehat qebûlkirin.
Maça rovanşê kengî ye?
Maça rovanşê ya vê hevrikiya dijwar dê 15ê Nîsanê li stadyuma Arsenalê (Emirates) were lîstin.
Tîma ku vê gerê derbas bike, dê di nîv-fînalê de bi serkeftiyê maça Barcelona û Atletico Madridê re bilîze.
