Malbata Rojîn Kabaişê: Dosyaya Gulistan Dokuyê…
Hewlêr (Rûdaw) – Bavê Rojîn Kabaişê Nîzamettîn Kabaîş û dayîka wê ji bo serdana malbata Gulîstan Dokuyê çûn Dêrsimê.
Malbatê li ber Dadgeha Dêrsimê daxuyanî da.
Nîzamettîn Kabaîş destnîşan kir ku rûdanên di dosyeya Gulistan Dokuyê de hêvî daye wan û got:
“Dosyeya Gulistan Dokuyê çareser bû, em jî niha gelekî bihêvî ne.
Bi îzna Xwedê dê kujerên Rojînê jî werin dîtin.”
“Hinek rayedaran gavên şaş avêtin”
Nîzamettîn Kabaîş anî zimên ku her du dosye dişibin hev û ew ji bo serdana malbata Dokuyê çûne Dêrsimê û got:
“Wan ji me zêdetir êş kişand. Ev 6 sal in vê êşê dijîn. Dosyeya Rojînê jî mîna ya wê ye.”
Nîzamettîn Kabaîş pêvajoyên lêpirsînê jî rexne kirin û wiha pê de çû:
“Hem di dosyeya Gulistanê de hem jî di dosyeya Rojînê de hinek rayedaran gavên şaş avêtin.
Lê belê îro di dosyeya Gulistanê de gelek tişt eşkere bûn. Ev jî hêviyê dide me.
Ez bawer im dê dosyeya me jî bi heman awayî çareser bibe.”
#WÊNE – Malbata Rojîn Kabaîşê çû serdana malbata Gulistan Dokuyê
📍Dê û bavê Rojîn Kababîşê ji bo piştgiriyê çûn konê ku malbata Gulistan Dokuyê li ber Dadgeha Dêrsimê vegirtiye
📸 Alî Haydar Gozlu – Rûdaw#RojinKababiş #GulistanDoku #Dêrsim #Wan pic.twitter.com/ZvrNJADsal
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 19, 2026
“Bila ti kes bêceza nemîne”
Bavê Rojînê daxwaza dadmendiyê kir û got:
“Wezîrê me soz da. Wî got dê dosyeyên Rojîn û Rabîa Naz Vatanê werin lêkolînkirin.
Kî di vî karî de berpirsyar be bila cezayê herî giran bistîne. Bila ti kes bêceza nemîne.”
Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) jî tevlî ziyaretê bûn.
Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk diyar kir ku ew dê ji bo ronîkirina dosyeyên Gulistan Doku û Rojîn Kabaişê li cem malbatan bin û bi her du malbatan re civiyan.
#VÎDEO – Dê û bavê Rojîn Kabaîşê ji bo piştgiriya malbata Gulistan Dokuyê çûn Dêrsimê
💢 Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) jî beşdarî vê serdanê bûn û da zanîn ku ew dê ji bo ronîkirina dosyeyên Gulîstan Doku û Rojîn Kabaîşê li ba malbatan bin pic.twitter.com/khQAKd03Rw
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 19, 2026
“Keçên me qetil kirin”
Nîzamettîn Kabaîş ji Rûdawê re axivî û behsa êşa xwe kir:
“Em ji Amedê ji bo parvekirina êşa malbata Dokuyê hatin Dêrsimê. Êşeke mezin e.
Her du keçên me jî çûn zanîngehê lê ji wir sax derneketin. Ew qetil kirin lê gotin ‘xwe kuştiye’.
Ez heqê xwe helal nakim. Bila Wezîrê Dadê dengê me bibîhîse û êşa me bibîne.”
Tîmeke taybet hat avakirin
Li aliyê din, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek di daxuyaniya xwe ya berê de diyar kiribû ku di nav Wezareta Dadê de tîmeke taybet hatiye avakirin.
Akin Gurlek gotibû, “Em dê wan dosyeyên ku wijdanan birîndar dikin lêkolîn bikin.
Ne tenê Gulîstan Doku, dosyeyên Rabîa Naz û Rojîn Kabaişê jî di vê çarçoveyê de tên lêkolînkirin.”
