Nuçe

Li 24 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya keş û…

Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê pêşbînî dike ku îro li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf û li 21 parêzgehên din jî baran bibare.

Tê çaverêkirin ku ev rewşa hewayê sibe jî bidome.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê pêşbînî û daneyên rewşa hewayê yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê belav kirin.

Li gorî daxuyaniyê, îro dê li parêzgehên Erzirom, Erzingan û Qersê yên Bakurê Kurdistanê berf bibare.

Saziya Keşnasiyê her wiha da zanîn ku dê li wan 3 parêzgehên ku berf lê dibare pileyên germê dakevin.

Hişyariya barana gur û lehiyê

Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, tê pêşbînîkirin ku dê li parêzgehên Riha, Amed, Dîlok, Semsûr, Mêrdîn, Êlih û Sêrtê baraneke gur bibare û birûsk hebin.

Li 14 parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî dê baran bibare.

Saziyê hişyarî da ku li parêzgehên Riha, Amed, Dîlok, Semsûr, Êlih, Mêrdîn û Sêrtê metirsiya çêbûna lehiyê heye.



Source link