Nuçe

Li Sêwazê 4 bendav bi temamî tijî bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, piştî barana îsal asta ava bendavan bi awayekî berbiçav zêde bû û 4 bendav bi temamî tijî bûn.

Bakurê Kurdistanê îsal zivistaneke dijwar derbas kir û hîn jî şilî zêde ye.

Barana zêde ya di mehên dawî de bandora hişkesaliyê ya salên borî kêmtir kiriye.

4 bendav ji sedî 100 tijî bûn

Li parêzgeha Sêwazê jî piştî barana gur a di mehên dawî de û helîna berfê asta bendavan bilind bû.

Bendavên Kanak, Yapialtin û Maksutluyê yên li navçeya Dolikê û Bendava Çamligozeyê ya li navçeya Endiresê ji sedî 100 tijî bûn.

Li Bendava 4ê Îlonê jî ku asta ava wê sala borî heta ji sedî 1,84an daketibû, piştî barana îsal asta avê heta ji sedî 19an zêde bû.

Li Sêwazê îsal barana herî zêde ya 20-30 salên dawî bariye.



Source link