Nuçe

Ocalan ji bo Kongreya Neteweyî bang kir

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji Konferansa “Kurdên Bakur Yekîtiya Xwe ya Neteweyî Nîqaş Dikin” a li Amedê re peyamek şand.

Ocalan di peyama xwe de banga yekîtiyê kir.

Ocalan destnîşan kir ku komkirina kongreyeke berfireh a yekîtiya demokratîk ji bo derxistina holê ya aqilê hevpar û îradeya hevpar erkeke lezgîn e.

Konferansa Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk a bi sernavê “Kurdên Bakur Yekîtiya Xwe ya Neteweyî Nîqaş Dikin” didome.

Konferans li Salona Konferansan a Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin.

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan peyamek ji vê konferansê re şand û ew peyam ji aliyê Hîlmî Aydogduyê ji Sekreteryaya Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ve hat xwendin.

“Kurd bi tevna xwe ya dîrokî û civakî rastiyek in”

Di peyama Abdullah Ocalan de ev tişt hatin gotin:

“Beşdarên hêja, berdewamiya hebûna civakekê rasterast bi hêza wê ya veguherîna li gorî rastiyên serdemê ve girêdayî ye.

Ti avahiyeke civakî ya ku neguhere, venehuhere û dînamîkên xwe yên navxweyî li ser zemîneke demokratîk ji nû ve ava neke, nikare mayînde bibe.

Kurd jî ji ber polîtîkayên înkar, îmha û zextê yên ku bi salan e rûbirûyî wan dibin, ji derfeta ku vê veguhastinê di awayê wê yê xwezayî de pêk bînin bêpar hatine hiştin.

Pirsgirêka bingehîn a ku îro li pêşiya me ye ew e bê ka dê civaka Kurd çawa bibe civakeke demokratîk û nûjen.

Kurd; bi dîrok, ziman, çand û tevna xwe ya civakî rastiyek in.

Berdewamiya vê rastiyê bi wê yekê ve girêdayî ye ku karibe di qadên siyaset, aborî, perwerde, tenduristî û çandê de îradeya xwe derxe holê.

Ev yek jî tenê bi sazîbûneke xurt a siyasî û civakî pêkan e.

“Demokrasî li cihê ku zext tune be şîn dibe”

Civaka demokratîk pêwîstî bi pêvajoyeke hişmendane ya avakirinê heye.

Ev avakirin ne bi tundiyê û ne jî bi ferzkirinê dikare were pêkanîn.

Ev yek bi rêxistinbûneke civakî ya piralî ya ku li ser zemîna siyaseta demokratîk û hiqûqê tê meşandin pêkan e.

Ji nû ve destgirtina civakîbûn, aborî, çand, ziman û dîrokê ya li gorî esasên demokratîk, bingeha vê pêvajoyê pêk tîne. Demokrasî li cihê ku zor û zext tune be şîn dibe.

“Yekîtiya demokratîk pêwîstiyeke dîrokî ye”

Ji ber vê yekê divê civaka Kurd ne tenê li hemberî derve, di pêwendiyên xwe yên navxweyî de jî ji nû ve avabûneke ku xwe dispêre prensîbên demokratîk esas bigire.

Dema ku em di pêwendiyên xwe yên bi netewe-dewletan re çareseriya demokratîk û dan û standinê diparêzin, divê em di nava xwe de jî ne tundiyê lê siyaseta demokratîk û hiqûqê esas bigirin.

Rêya yekîtiya demokratîk di dan û standina demokratîk re derbas dibe.

Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên gelê Kurd, pirsgirêka yekîtiyê ye. Ji ber vê sedemê yekîtiya demokratîk pêwîstiyeke dîrokî ye.

Komkirina kongreyeke berfireh a yekîtiya demokratîk ji bo derxistina holê ya aqilê hevpar û îradeya hevpar erkeke lezgîn e.

Dema ku Kurd li welatên ku lê dijîn bi rêya dan û standinên demokratîk li çareseriyê digerin, divê pirsgirêkên di nava xwe de jî bi heman rêbazê çareser bikin.

“Serdema nû ji bo Kurdan serdema ji nû ve avabûnê ye”

Lê belê li pêşiya vê pêvajoyê, sîstema eşîrtî, qebîletî û pêwendiyên teng ên ku civakê perçe dikin wekî astengiyeke girîng disekine.

Vê zihniyetê avahiya civakî qels kiriye û xisarên cidî çêkirine. Bêyî ku em bi vê rastiyê re rûbirû bibin avakirina yekîtiya demokratîk ne pêkan e.

Çêkirina atmosfereke civakî ya ku pevçûnên xwe yên navxweyî li pey xwe hiştibe û xwe bispêre rêzgirtina dualî pêkan e.

Rêya vê yekê jî di serdestkirina esasên demokratîk a li ser hemû qadên jiyanê re derbas dibe.

Belavkirina vê têgihiştinê ya di nav civakê de ku di serî de di nav pêkhateyên siyasî de, erka herî girîng a serdema pêşiya me ye.

Serdema li pêşiya me, ji bo civaka Kurd serdema ji nû ve avabûnê ye.

Bingeha vê avabûnê jî dê yekîtiya demokratîk, siyaseta demokratîk û dan û standinên demokratîk bin.

Her gava ku li ser vê bingehê were avêtin, dê paşeroja me ya hevpar diyar bike.

Ez bi hezkirin û rêzên xwe yên bêsînor we hemûyan silav dikim.

Abdullah Ocalan
Îmralî”



Source link