Li Xarpêtê teyrokê zerer da daran
Hewlêr (Rûdaw) – Teyrokê (zîpik, gijlok) li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê bandoreke xirab li jiyanê kir.
Li Bakurê Kurdistanê meha nîsanê bi dawî dibe lê hîn jî baran û şîliyeke zêde heye.
Doh li navenda Xarpêtê nêzîkî demjimêrên êvarî teyrokê dest pê kir û 20 deqîqeyan bi awayekî tund bariya.
Ji ber zîpikê erd, cade û kolan û ser otomobîlan spî bûn û peya û ajokaran zehmetî kişand.
Her wiha teyrokê zerar da daran û pelên wan weşandin.
Piştî zîpikê jî baranê dest pê kir.
