Nuçe

Li Rihayê birûskê şivanek kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Cirnê Reş a Rihayê birûskê li şivanekî xist û ew kuşt.

Dema ku Şehîs Bucakê 27 salî ku li çolê heywanên xwe diçêrandin birûskê lê xist.

Li ser agahîdayîna kesên li derdorê ambulans, polîs û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Bucak bi ambulansê rakir Nexeweşxaneya Dewletê ya Cirnê Reş lê ew ji mirinê nefilitî.



Source link