Hêmin Hewramî: PDK û Çarçoveya Hevahengiyê…
Hewlêr (Rûdaw) – Hêmin Hewramî ragihand ku vegera wezîr û parlamenterên wan a Bexdayê piştî lihevtêgihîştin û peymana li gel Çarçoveya Hevahengiyê ya li ser bingeha destûrê ye.
Endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî li ser Parlamentoya Kurdistanê jî got:
“An divê parlamento çalak bibe û hikûmet were avakirin an jî nabe ku ev rewş wiha bimeşe.”
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî demekê ku nûnerên xwe ji bo şêwirînê gazî Hewlêrê kiribû biryar da ku vegere pêvajoya siyasî ya Îraqê.
Ev biryar piştî çend civînan hat dayîn.
Şandeyeke PDKyê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê û li gel rayedarên payebilind ên Îraqê civiya.
Endamê Ofîsa Siyasî ya PDKyê Hêmin Hewramî beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rojevê got:
“Me Bexda neterikandibû ku em lê vegerin.
Em her tim di nav pêvajoya siyasî ya Îraqê de bûn.
Hevalên me ji bo şêwirînê hatibûn gazîkirin.”
Peymana li gel Çarçoveya Hevahengiyê
Hêmin Hewramî diyar kir ku piştî serdana şandeya Çarçoveya Hevahengiyê ya Herêma Kurdistanê û civîna bi Serok Barzanî re, şandeya PDKyê çû Bexdayê.
Di encama van civînan de “lihevtêgihîştineke baş” çêbû û di navbera PDK û Çarçoveya Hevahengiyê de peymanek hat îmzekirin.
Hewramî destnîşan kir ku ev peyman “pêbendbûna bi destûrê” dike bingeh.
Para Kurdan a di hikûmeta Îraqê de
Hewramî li ser para Kurdan û PDKyê ya di kabîneya nû de got ku hîn dan û standin neqediyane lê 4 wezaret ji bo Kurdan hatine diyarkirin ku ew jî Wezareta Karên Derve, Wezareta Avedanî û Niştecihkirinê, Wezareta Dadê û Wezareta Jîngehê ne.
Hêmin Hewramî anî ziman:
“Li gorî encamên hilbijartinê para PDKyê zêdetir e, loma îhtimal heye Wezareta Karên Derve û Wezareta Avedaniyê ji bo PDKyê bin.”
Aloziya PDK û YNKyê
Hewramî red kir ku siyaseta PDKyê ya li Bexdayê bi ser neketibe û anî ziman:
“Em li ser bingeha prensîbên destûrî û mafên xelkê Kurdistanê siyasetê dikin.
Em nikarin li ser hesabê wan pêwendiyên xwe baş bikin.”
Hewramî her wiha diyar kir ku YNK nikare pêwendiyên PDKyê xera bike û got:
“PDK ji wê mezintir e ku kes karibe bandorê li ser bike.”
Hewramî li ser rewşa Herêma Kurdistanê jî axivî û destnîşan kir ku PDKyê wekî tîma yekem a hilbijartinê bangî hemû aliyan kiribû ku beşdarî hikûmeteke berfireh bibin.
Hewramî got ku hewlên YNKyê “dem kuşt” û diyar bû ku pirsgirêk “li ser postan e ne li ser bernameya hikûmetê.”
Hewramî pêşniyareke berê ya PDKyê eşkere kir:
“Me berî hilbijartinên Îraqê pêşniyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê were avakirin û Serokê Herêma Kurdistanê were hilbijartin, em dê li beramberî vê piştgiriya namzedê YNKyê yê Serokkomariyê bikin lê ew nehatin pêş.”
Hêmin Hewramî ji bo çareseriyê du rê nîşan dan:
“An divê parlamento çalak bibe û hikûmet were avakirin an jî nabe ku ev rewş wiha bimeşe.
Heke peyman çênebe, em dikarin ber bi hilbijartina pêşwext ve herin.
PDK ji bo hemû îhtimalan amade ye.”
