Li Rihayê 3 kes hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Rihaya Bakurê Kurdistanê di navbera du komên neyar de pevçûneke bi çekan derket û di vê pevçûnê de 3 kes mirin.
Li gundê Qalinbeyatê yê Rihayê di navbera wan her du koman de ji ber sedemeke ku hîn nehatiye diyarkirin nîqaşek derket.
Ew nîqaş pişt re veguherî şerê bi çekan.
Piştî ku xeber gihişt wan, gelek cendirme û ambulans çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê piştî kontrolan diyar kir ku Mustafa Kada, Osman Kada û Veysî Yeşîltepe li cihê bûyerê mirine.
Cendirmeyan ji bo desteserkirina gumanbarên ku piştî pevçûnê reviyane, dest bi xebatan kir.
Pismamên hev in
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, bûyerê ji ber pirsgirêkeke li ser muxtariyê rû daye.
Her wiha her du alî pismamên hev ên heq in. 2 ji kuştiyan birayên hev in û yê din jî pismamê wan e.
