Taya Lassayê 190 kes kuştin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Nîjeryayê ji ber nexweşiya taya Lassayê ya ku ji ajelan derbasî mirovan dibe, îsal hejmara miriyan gihşt 190î.
Navenda Kontrola Nexweşiyan a Nîjeryayê (NCDC) li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
NCDCyê diyar kir ku şewba taya Lassayê li eyaletên cuda yên welêt belav dibe û didome.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ji meha kanûna paşîn û vir ve hejmara miriyan gihiştiye 190 kesî.
Her wiha hat ragihandin ku rêjeya mirinê ya ji ber vê şewbê li gorî par zêde bûye.
Sala borî di heman demê de ev rêje ji sedî 19,1 bû lê îsal gihiştiye ji sedî 25,2yan.
Dilgiraniyên li ser nexweşiyê
NCDCyê destnîşan kir ku her çi qasî hejmara pêketiyên nû kêm bûbe jî, derengqalkirina nexweşiyê û serîlênedana li nexweşxaneyan dibe sedema dilgiraniyê.
Her wiha pêketina karmendên tenduristiyê ya bi vê vîrusê jî wekî metirsiyekê hat dîtin.
Dîroka taya Lassayê
Sala 2025an jî li seranserê welêt ji ber vîrusa Lassayê 190 kes miribûn.
Hikûmeta Nîjeryayê 23yê Kanûna Paşîn a 2019an ji ber vê nexweşiyê “rewşa bilez” ragihandibû.
Taya Lassayê li gelek welatên Afrîkayê yên wekî Malî, Togo, Gana, Liberya û Sierra Leonê tê dîtin.
Ev nexweşî cara ewil sala 1969an li eyaleta Bornoyê ya li bakurrojhilatê Nîjeryayê hatibû dîtin.
Ev nexweşî bi rêya têkiliya li gel gû û mîza mişkan derbasî mirovan dibe û dikare ji mirovekî derbasî mirovekî din jî bibe.
Tayê Lassayê dibe sedema xwînrêjiya kujende. Rayedar hişyariyê didin xelkê da ku ji bo parastina xwe ji mişk û ajalên kojîner dûr bisekinin.
